AMED - Xebatkarê fîrmaya taşeron Şukru Tarcan ê di 2'ê Sibata 2016'an de li Zanîngeha Dîcleyê bi guleyek ku di operasyona Sûrê de ji Sûrê hat lê ket û birîndar kiribû, tazmînat li Wezareta Karên Hundir vekir û Wazaret bi 45 hezar TL tazmînata manevî mahkûm kir.
Xebatkarê Teknîkî yê fîrmaya taşeron a Midûriyeta Şaxa Xebitandin û Barkêşiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Şukru Tarcan, di 2'ê Sibata 2016'an de li Zanîngeha Dîcleyê bi guleyek ku ji Sûrê hat lê ket birindar bûbû. Tarcan ê li Zanîngeha Dîcleyê ku 2 kilometre dûrî Sûrê bû, Wezareta Karên Hundir bi 45 hezar tl mahkum kir. Dadgeha Îdarî li ser daxwaza Şukru Tarcan û malbata wî li Wezareta Karên Hundir 45 hezar TL cezayê tazmînatê yê manevî birî. Tarcan, dema li Zanîngehê dimeşiya Nexweşxaneya Onkolojî guleyek ji Sûrê ya 2 kilometre dîre hat li wî ket. Tarcan ê bi guleya li sêvika wî ket birîndarbû û rakirin nexweşxaneyê. Tarcan, li Nexweşxaneya zanîngeha Dîcleyê emeliyat kirin. Tarcan, 6 mehan hat dermankirin û piştî gelek car emeliyat bû gihişt siheta xwe. Tarcan, hêj tam baş nebûye. Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî rapora ji sedî 46 astengdar e da. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Dozeriye bi hinceta "Faîl ne diyar e" lêpirsîna dosya rawestand.
MALBATÊ LI WEZARETÊ DOZA TAZMÎNAT VEKIR
Tarcan û malbata wî di sala 2016'an de bi riya parêzerê xwe Aydin Ozdemir der barê Wezîrê Karên Hundir de li Dadgeha Îdarî ya Amedê doza tazmînatê vekir. Malbatê diyar kir ku ji ber gule ji Sûre hatiye li Tarcan ketiye û birindar bûye der barê Wezareta Karên Hundir de 100 hezar TL tazmînata manevî xwest. Wezîr parast ku Tarcan ji ber operasyona li Sûrê birîndar bûye. Wezaretê parast ku daxwaza doza tazmînatê ya hatiye kirin bi sedema “Dewlemendiya bê sedem e" û red kir. Heyeta dadgehê jî Tarcan mafdar dît û xwest Wezareta Karên Hundir tazmînatê bide. Dozger jî parast ku gumana ku gule ji Sûrê hatiye gelek mezin e.
Dadgehê biryar da ku wezareta karên hundir ji bo Şukru Tarcan 25 hezar TL, ji bo 3 zarokên wî jî 20 hezar TL bi giştî 45 hezar TL tazmînata manevî bide. Piştî dadgeha herêmî biryar da, Wezareta Karên Hundir biryar îtîraz kir û serî li 3'emîn Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê da. Lê dadgehê Îdari ya Herêmêya Dîlokê jî biryara dadgeha herêmî di cih de dît û Wezaret mahkum kir.
WALÎ TENÊ 12 HEZAR TL GUNCAV DÎT
Tarcan piştî serî li Waliyê Amedê da, Walitiyê ji bo Tarcan, tenê 12 hezar û 222 TL tazmînata manevî guncav dît.
PRZ. OZDEMÎR: BIRYAR MÎNAK E
Parezerê malbata Tarcan prz. Aydin Ozdemîr, diyar kir ku muwekilê wî Tarcan piştî birîndar bû hem di milê fîzîkî de zahmetiyan dijî û hem jî di milê manevî de ketiye bin bandorek mezin û wiha got: "Piştî muwekilêmin birîndar bû carek din nikare kar bike. Niha bi zor û zahmet dimeşe. Dadgehê biryarek rast daye. Biryarek mînak e. Her çend tazmînata manevî kêm be jî ji bo bûyerên bi vî rengî biryarek erênî ye.
MA / Denîz Tekîn