MÊRDÎN - Danişîna doza 67 welatiyên di qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê de hatin binçavkirin û girtin, 19 meh şûnde sibê destpê dike. 67 kesên tên darizandin, li ser îfadeyên şahidên weşartî tên tawanbarkirin.
Li navçeya Nîsêbînê ya Mêrdînê 13 Adara 2016’an qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî qedexe hat îlankirin bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û Piştî qedexe bi dnawî bû gelek taxên Nisêbînê bi kepçeyan xera kirin. Di roja 72’an a qedexeyê di 26’ê Gulana 2016’an de Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxûyanî da û diyar kiribûn ku hêzên xwe yên çekdarî paşve kişandine. Li ser daxûyaniya YPS’ê 76 welatiyên sîwîl, ji nava bajar derketin û hatin binçavkirin. 76 welatî di bin çavan de rastê îşkenceyên giran hatin. Çapemeniya tirk jî nûçeyên “Li Nisêbînê PKK’yî teslîm bûn” weşandin.
67 KES BI KUŞTINA POLÎSAN Û LEŞKERAN TÊN SÛCDARKIRIN
76 welatiyên hatin binçavkirin piştî çend rojan derxistin dozgeriyê û ji van 67 kes hatin girtin. Serdozgeriya Mêrdînê piştî 19 mehan derbarê 67 kesan de îdeaname amade kir. Dadgeha Cezayên Giran a 4 emîn a Mêrdînê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Di îdeanameyê de 67 kes bi kuştina 69 polîsan tên sûcdarkirin. Di heman demê de 755 kesên ji malbatên polîs û leşkerên jiyana xwe ji dest dane û polîs û leşkerên di êrîşan de cîh girtî pêk tê wekî gazindker serlêdan kirin.
DERBARÊ 67 KESAN DE 19 SÛCÊN CÛDA
Di îdeanameyê de 17 jê zarok derbarê 67 kesan de cûda cûda 19 sûc hat rêzkirin û îdeaname wekî “Copy-paste/kopî kir û zeliqand)” hatiye amadekirin. Dozger derbarê her 67 kesan de cûda cûda bi îdîaya “Xira kirina tevahî û yekitîiya dewletê” xwest bi cezayê muebeta giran bên darizandin û cezakirin.
NÎŞANE ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN WEŞARTÎ NE
Dozger, der barê 17 zarokan de 369 rûpel û derbarê 50 kesan de jî 500 rûpel îdeaname amade kir. Lê tu nîşanayên şênber nayê dîtin û bi vegotinên şahidên weşartî re ev tişt îdeanameyê de hat gotin: “…çalakiyên sûcdaran yek bi yek nayê tespît kirin, piştî bûyeran hêzên ewlehiyê ji bo lêkolînan çûn cihê bûyerê, lêkonîn hatine kirin û gelek materyal hatin bi dest xistin.”
67 KES JI HILWEŞANDINA NISÊBÎNÊ JÎ TÊN SÛCDARKIRIN
Ji aliyê din her 67 kesên tên darizandin hilweşandina taxên Nisêbînê yên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişla yên dema qedexeya derketina kolanan de ji ber êrîşên hêzên dewletê yên giran hatî hilweşandin û wêran kirin jî tên sûcdarkirin.
PIŞTÎ 19 MEKAN DERDIKEVIN PÊŞBERÎ DADGEHÊ
Piştî qebûl kirina îdeanameyê 67 kes piştî 19 mehan derdikevin pêşberî dadgehê. Doza yekem li avahiya SGK’ê ya Mêrdînê cihê hatî amadekirin dê were dîtin. Li bendê ne ku 67 kesên girtî bînin dozê. Tê gotin ku doz dê 11 rojan berdewam bike û 80 parêzer jî dê tevlê dozê bibin.
MA / Ozgur Paksoy