WAN – Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, helwesta Waliyê Bedlisê ya têkildarî Goristana Xerzanê de got "Li gorî mevzûata zagonî ye" rexne kir û wiha got: "Ji bo tespîta DNA'ye ne pêwist bû hemû cenazeyan bibe. Ji ber goristan bê destûr hatiye rûxandin û cenaze hatin derxistin Tirkiye dê li DMME'ê bê darizandin."
Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgîn Irgat derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê û daxuyaniya Walî ya "Li gorî mevzûata zagonî ye" şermezar kir û wiha got: "Ev êrîşa li dijî nirxên manevî ye." Irgat, anî ziman ku ev ji mevzuatê zêdetir li dijî nirxên dab, edalet û sincê civakê ye û wiha got: "Li dijî nirxên mirovan ê manevî ye. Di hiqûqê de jî tiştekî wisa tune ye. Di bin navê ‘Fethî kabir’ de otopsî tê kirin. Lê ev yek jî wisa nayê kirin. Der barê mirina bi şik de tê kirin. Lê ger ku bi xwazin testa DNA bikin jî divê tenê perçeyekî ji gorê derxin û mînaka wê bistînin. Ji bo testa DNA tenê perçeyek biçûk bê girtin bes e. Tenê dikarin ji perçeyekî jî nasnameyê diyar bikin. Lê wan wisa nekiriye hemû cenaze derxistin û goristan wêran kirine. Ev êrîşa li dijî goristanê ye. Hem êrîşa li dijî manevîyata malbatê û hem jî li dijî nirxê civakêy e. Ev sûcê mirovahiyê ye."
'TIRKIYE DÊ DI QADA QIQÛQÊ DE BÊ DARIZANDIN'
Irqat, anî ziman ku xerakirina gorê an bê destûr an jî bi zorê be li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: "Goristanên li çoltarê bêtir li qadên mêrg û zozanan hatine avakirin. Goristanên ku zeviyên wan tên kirîn li bajarên mezin derbasdar in. Qada goristanê ne şûnwar e. Tu malbatan ji bo tespîta cenazeyê zarokên xwe û tespîta nasnameyê serî li Walîtiya Bedlisê û dozgeriya komarê ya Bedlisê neda ye. Ji bo walî hemû cenazeyan ji goristanê derxe û bişîne saziya Tipa Edlî divê destûra malbatan hebe. Bêyî destûra malbatan ev yek pêk anîye û sûc kiriye. Ji ber ev yek bêyî destûra malbatan kiriye Tirkiye dê di hiqûqa navneteweyî de bê darizandin. Tirkiye dê li DMME'yê bê mahkumkirin."
'CENAZEYÊN ATK'Ê DIYAR KIRIBÛN JÎ BIRIN'
Irgat, destnîşan kir ku cenazeyên ku berê ji aliyê malbatê û ATK'ê ve nasnameya wan hatibû diyar kirin jî ji gorê derxistin û birin û wiha berdewam kir: "Berê ATK'ê nasnameya gelek cenazeyan tespît kiribûn. Lê ew cenaze jî ji goristanê derxistin. Tu bawerî, tu ol û tu sicn vê yekê qebûl nakin. Ev êrîşek pir giran a li dijî nirxên civakê ye. Ev êrişa herî mezin a li dijî nirxên civakê ye."
‘DEWLET MALBATAN DIXE BIN KULFETEK MEZIN
Irgat, destnîşan kir ku dewlet hem bêyî destûra malbatan cenazeyan derdixe û hem jî dixweze hemû kar û barê tespîta nasnameyê ji malbatan re bihêle û malbatan dixe bin kulfetek mezin û wiha got: "Dewlet hem êrîşî nirxên malbatan dike û hem jî malbatan dixe bin zerarek mezin. ATK û Dozgerî li şûna prosedurê pêk bîne hemû kar û barê lêkolîn li ser malfatê ferz dike. Duzena cemaweriyê û aqilê dewletê divê wisa neyê xebitandin. Dewlet ne ev e. Bi vê rêbazê pergala cemaweriyê nayê parastin.
‘CENAZE LI DIJÎ ZAGON Û RÊBAZAN HATIN DERXISTIN'
Irgat, herî dawî da zanîn ku di bin navê OHAL'ê de bi dehan caran herêma Goristana Xerzanê hat qedexekirin û malbatan nekarîbû gor û goristana xwe ziyaret bikin û wiha got: "Em nizanin çawa cenaze ji goristanê derxistine. Lê em dizanin goristan wêran kirine. Goristana Xerzanê di sala 2013'an de hat avakirin. Di serdema pêvajoya çareseriyê de hat avakirin. Mixabin piştî pêvajoya çareseriyê dîsa şer dest pê kir û di pêvajoya şer de bêhiqîqî li ser gor û goristanan jî pêk anîne. Li dijî goran êrîş pêk anîn. Ev heqûq bi Tirkiye nade qezenckirin. Em dixwazin Tirkiye bi lez ji vê şaşiyê vegere."