* Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, helwesta Waliyê Bedlisê ya têkildarî Goristana Xerzanê de got "Li gorî mevzûata zagonî ye" rexne kir û wiha got: "Ji bo tespîta DNA'ye ne pêwist bû hemû cenazeyan bibe. Ji ber goristan bê destûr hatiye rûxandin û cenaze hatin derxistin Tirkiye dê li DMME'ê bê darizandin."
* Parêzer Ercan Kanar, daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya fermana “piyan bişkînin" da polîsan rexne kir û wiha got: "Wezîr hişmendiya KHK'ê xist meriyetê û şênber kir. Kanar, anî ziman ku AKP hevkarên xwe yên sucdar efoya korsan anî.
* Parêzera malbatên 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoine Comte, diyar kir ku piştî bersûcê kuştina 3 jinan Omer Guney li girtîgehê bi awayekî şik mir dosya hat girtin û wiha got: "Lê piştî agahiya li ser rola endamên MÎT'ê derketin holê dê reng û ruyê dozê biguherîne."
* Xebatkarê fîrmaya taşeron Şukru Tarcan ê di 2'ê Sibata 2016'an de li Zanîngeha Dîcleyê bi guleyek ku di operasyona Sûrê de ji Sûrê hat lê ket û birîndar kiribû, rastî cezayê tazmînatê hat. Wezareta Karên Hundir li Tarcan ê birîndar bû 45 hezar TL tazmînata manevî vekir.
* Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, 50 girtiyên siyasî di bin talûke û gefa nexweşiya berbê de dijîn. Piştî kontrola tenduristiyê derket holê ku girtiyekî edlî bi nexweşiya şerbê li heman girtîgehê dijî û jiyana girtiyên siyasî dixe talûkeyê.
* Girtiyê bi navê Mehmet Akici yê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê girtî ye, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê cezayê wî hat paşve xistin, lê vê carê bi hineta cezayê dîsîplînê heye, tahliye nekirin.
* Şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî yê li Kobanê li Dijî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, bi destûra Qaymeqaymê Pirsûsê cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kirin, lê cezeyê wî jî ji gorê derxistin.