Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan

  • jin
  • 15:53 7 Çile 2018
  • |
img

AMED / BÛRSA - HDP, li Amed û Bûrsayê konferansên jinan ên herêmê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di konferansa li Amedê de axivî û diyar kir ku sala 2017'an sala berxwedanê bû, wê sala 2018'an jî sala pêngav û destketinan be. Kemalbay wiha got: "Wê têkoşîna me bi ser keve û wê zilam wan têk biçe." 

HDP, beriya Kongreya Asayî ya Mezin a 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de li dar bixe, li Amed û Bûrsayê konferasnên jinan ên herêmê li dar xistin. Konferansa li Amedê li Eywana Konferasnê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP'a Amedê ye hat lidarxistin. Tevî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlementerên HDP'ê yên jin, endamên HDP'ê yên MYK û PM'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn. 
 
Li eywana konferansê pankartên li ser "Em ji faşîzmê re dibêjin rawest, em bi rêxistinî ber bi azadiyê ve dimeşin" û "Ev wisa nameşe, wê jin destûrê nedin" nivîsandin, û wêneyên siyasetvanên jinên ên girtî, wêneyê Taybet Înan, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên li Silopiyê hatin kuştin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Axaftina destpêkê ya konferasnê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca hat kirin. Konca destnîşan kir ku ji bo azadiya jinan bedêlên giran hatine dayîn û feraseta faşîst a ew pê re rû bi rû ne, hewl dide destkeftiyên jinan desteser bike, lê belê li hemberî van çewisandinan ew ê bi pêşengiya jinan li hemû qadan li ber xwe bidin. 
 
‘EM Ê DESTKEFTIYÊN NÛ LI YÊN HEYÎ ZÊDE BIKIN' 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî di axaftina xwe de diyar kir ku bingeha HDP'ê ji jinan pêk tê û armanca konferasnê ew e ku ji bo pêşerojê gavên hîn emizntir bavêjin. Kemalbay destnîşan kir ku jdi encama têkoşîneke zor û zehmet de jinan gelek tişt bi dest xistine û ev tişt gotin: "Me bedêlên giran dan. Em dizanin ku tu demokrasî bê bedêl bi dest nakeve. Em ê jî li destkeftiyên heyî yên nû zêde bikin û dewrî nifşekî nû bikin." 
 
'2017 SALA BERXWEDANÊ BÛ, WÊ 2018 BIBE YA PÊNGAVÊ'
 
Kemalbay her sê siyasetvanên jin ên li Parîsa Fransayê hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku di 15 salên rejîma AKP-Erdogan de qetlîamên jinan veguherîne tiştekî ji rêzê. Kemalbay destnîşan kir ku sala 2017'an sala berxwedanê bû, lê belê wê sala 2018'an bibe sala pêngavê û ev tişt gotin: "Îktîdara AKP-Erdogan êrîşî bedena jinan dike û dînamîka herî girîng a têkoşîna şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê hedef digire. Lê belê di vî 2 sal û nîvê dawî de li hemberî van êrîşan me bi bawerî û sebir têkoşiyan. Em ê kongreya xwe ya mezin a sêyemîn jî bi pêngavekê li dar bixin. Sala 2017'an bû sala li ser piyan û berxwedanê. Wê sala 2018'an jî bibe sala pêngav û destkeftiyan. Wê têkoşîna me bi ser keve û wê zilam wan têk biçe. Wê careke din bibînin ku bi zilmê avakirin nepêkan e." 
 
Piştî axaftina Kemalbayê jinan bi yekdengî dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. 
 
Piştî axaftina Kemalbayê nameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê ya ji Girtîgeha Jimare 1 a Kandirayê şand hat xwendin. Yuksekdagê di nameya xwe de destnîşan kir ku zor û zehmetiyên pêvajoyan çi dibin bila bibin ew ê xwedî li wan destkeftiyên emanetî wan hatine kirin derkevin û wan pêşvetir ve bibin. 
 
Piştî nameya Yuksekdagê nameya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê ku ji Girtîgeha Jimare 1 a Kandirayê şand jî hat xwendin. Kişanakê jî di nameya xwe de balê kişand ser rol û rista jinan di vê pêvajoya zehmet de û got wê jin di pêvajiya heyî de jî rol û rista xwe bilîzin. 
 
Piştî peyaman, konferans ji çapemeniyê re hat girtin û bi awayekî girtî domand. 
 
 
BÛRSA
 
Di konferansa ku li avahiya HDP'a Navçeya Yildirim a Bûrsayê hat ldiarxistin de jî pankarta li ser "Em ji faşîzmê re dibêjin rawest, em bi rêxistinî ber bi azadiyê ve dimeşin" nivîsandî hat daliqandin. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, endamên PM'ê yên HDP'ê û hevserokên HDP'ê yên Kocaelî, Yalova, Çanakkale û Bûrsayê tev li konferansê bûn. Konferans piştî rêzgirtinê dest pê kir. 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr anîna siyasetmevanên jin Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayirê dest bi axaftina xwe kir û got ya ku dikeve ser milê wan ew e ku têkoşîna van jinên pêşeng pêşvetir ve bibin. Taşdemîr, anî ziman ku ew dixwazin di Kongreya Mezin a 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin de fikriyata HDP'ê mezintir bikin û bi awayekî dest pê bikin. Taşdemîr got ku ji ber vê konferansên ku ew beriya kongreyê li dar dixin girîng in. Taşdemîr diyar kir ku têkoşîna jinan ji 15 salên îktîdara AKP'ê zêdetir e û koka vê têkoşînê xwe dispêre demeke dûr û dirêj. Taşdemir bi lêv kir ku hevalên wan ên di zinadanan de li ber xwe didin û ew ê jî wêrekî û hêviyê mezin bikin û faşîzmê têk bibin. Taşdemîr wiha got: "Em dizanin ji wêrekiya me, ji hêviya me pirt ditirsin. Em dizanin ji ber HDP partiyeke jina ye ditirsin. Em bi hev re di 11'ê Sibatê de vê wan bitirsînin." 
 
Piştî axaftina Taşdemîrê peyamên Fîgen Yuksekdagê û Gultan Kişanakê hatin xwendin. 
 

Sernavên din

08/01/2018
13:59 Dozger ji bo rojnameger Dogru ceza xwest
13:59 Li ser gora Goktepe ‘Bi înat em hemû Metîn in’ qêriyan
12:33 Lijneya Wezîran bi rojeva OHAL û KHK’an dicive
12:00 Civaka êzidî 7 rojan Cejna Batîzmê pîroz kir
11:40 Komîna yekemîn li Reqayê hate avakirin
11:34 KNK'ê xwest Fransa ji bo Komkujiya Parîsê gav bavêje
11:29 Di Çemê Efrînê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:12 Denîz Nakî rastî êrîşa bi çek hat
11:08 Walî 13 gundên Bedlîsê qedexe kir
10:58 Walîtiya Şirnexê Herêmên Cûdî, Gabar û Geliyên Besta qedexe kir
10:22 ‘Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya jinê xetek e’
10:22 'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'
09:50 Welatiyê birîndar bû Wezareta Karên Hundir bi 45 hezar lîrayî mahkum kir
09:41 67 kesên li Nisêbînê hatin girtin 19 meh şûnde derdikevin pêşberî dadgehê
09:15 50 girtiyên Patnosê di bin talûkeya weremê dene
09:14 Girtiyê nexweş vê carê ji ber cezayê dîsîplînê nayê berdan
09:13 Cenazeyên bi destûr li Xerzanê hatin defikirin jî derxistin
09:12 Parêzerê doza suîkasta Parîsê Comte: Agahiyên dawî dê rewşê biguherîne
09:11 Prz. Kanar: AKP'ê ji bo hevkarê xwe yên sûcdar efûya korsan anî
09:10 ‘DMME dê Tirkiye ji ber Goristana Xerzanê ceza bike'
09:00 ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2018'AN
07/01/2018
18:30 ÎHD: Mamosteyên li Bazarcikê hatin girtin berdin
16:36 Ber bi Çiyayê Gabarê ve cerdevan hatin şandin
15:53 Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan
15:04 Di çalakiya 'em karê xwe dixwazin' de 6 kes hatin binçavkirin
14:49 Hamzaoglû: Yek ji peywirên lezgîn jî avakirina eniya demokrasiyê ye
13:54 Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike
12:56 Parlementerê HDP'ê Baydemîr hat berdan
12:09 Lîstikvanê navdar Munir Ozkul tê verêkirin
12:00 Ji ber li dijî yektîpiyê li ber xwe didin ceza li wan hat birîn
11:46 Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê jiyana xwe ji dest da
11:14 Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand
10:38 Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike
09:32 Rêxistinên Kedê: Ji bilî têkoşînê çare tune ye
09:32 Kemalbay ji HDP’iyan xwest ji bo demokrasiyeke xurt xwe amade bikin
09:27 Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand
09:26 ‘Divê herî zêde elewî li dijî zilma OHAL û KHK'ê derkevin’
09:10 Dîyanet re li pêş îstîsmarê vedike
09:10 Ozkan: Li Rojhilata Navîn dê daxwazen azadiyê derkevin pêş
09:09 Kurkçu: Ferzkirina yek tîpî doza tolhildanê ya şexsî ya Erdogan e
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:17 Baydemîr dê bi SEGBÎS'ê îfade bide
06/01/2018
19:25 Jin li dijî biryara Diyanetê meşiyan
18:51 3 jinên kurd ên siyasetmedar li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
16:58 Gardiyan û ulkuciyan girtiyê edlî derb kirin!
16:46 Xebatkarên TV10: Ji bo rejîma OHAL'ê rabe em li vir in
16:12 Li Kolana Hunerê teqîn pêk hat
16:11 Parazvanên mafên mirovan xwestin Dîlan Tanrikulu bê berhdan
16:11 Polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir
15:45 Mevlude Beşdaş sedî 86 astengdar e, di girtîgehê de ye
15:16 Xizmên Windayan li aqûbeta Çalik û Fîdan pirsîn
14:52 KESK: Em di 14'ê Çileyê de bêjin ‘Ne OHAL demokrasî’
14:51 Dayikên Şemiyê: Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?
14:49 Xizmên girtiyan: Em dê her dem li kolanan bin
14:18 Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin
14:12 Li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kirin
14:11 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
13:34 Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye
12:30 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em dê bi hêz beşdarî kongreyê bibin
11:55 Girtî: Piştî KHK'ya yek tîp zext zêde kirin
11:42 Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin
11:30 Li girtîgehê hêkên wî teqiyan, pirsa ji ku derê ye lê kirin, derzî lê dan û şandin
10:41 Koluman: Diyanet bi daxuyaniya xwe îstismara li dijî zarokan zêde dike
10:37 Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin
10:19 ‘Daxuyaniya Soylu wek bobelatê ye’
10:04 Tuksal: Di Qurana pîroz de tiştekî wiha tune
09:50 Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp: Em dê kolanan bi rêxistin bikin
09:17 ‘Huner çeka herî hêzdar e’
09:16 Li ser hestiyên perçekirî lihevhatina DNA’yê ne pêkan e
09:16 Bi qirş û qalên bi ava Dîcleyê tên tendûrên xwe sor dikin
09:15 Rojnamevanên penaber ên îranî: Wê berxwedan mezin bibe, êdê dê ne wek berê be
09:13 Jinan bertek nîşanî Diyanetê da: Destên xwe yên qirêjî ji ser zarokan bikişînin
09:12 4 cenazeyên wê ji Goristana Xerzanê hatin derxistin: Careke din bêhn li min çikiya
09:01 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2018'AN
05/01/2018
17:00 Girtiyek din jî yê qirîza dil derbas kir bi maşîneya rîngê rakirin nexweşxaneyê
16:42 Demîr, Uyar û Nayir li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:43 Serdozger serlêdana malbatan red kir
15:38 Baroya Amedê: Li pey soza xwe bisekinin
15:37 3 siyasetmedarên jin li Rihayê hatin bibîranîn
15:15 Amîrê polîsan ê di cenazeyê Tugluk de peywirdar: Ew ne êrîşkar in şêniyên gund in
14:28 Jinan derbarê Diyanetê de serlêdana sûc kirin
14:15 DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin
14:13 Hevrêya Sêvê Demîr: Nikaribûn vîna jina kurd bişkînin
14:04 Wekîla HDP'ê Uca: Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar lêkolîn bikin
13:45 KCD: Ji bo ronîkirina komkujiyan em têkoşînê xurtir bikin
12:55 Hêdî hêdî diherike lê di kurahiya wê ya heft qadî de bahoz hene
12:52 HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî
12:36 Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
12:35 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
12:29 Şaredar bi destê xwe nelirêtiya xwe belge kir
12:14 Li Colemêrgê 31 herêm qedexe kirin
11:40 Malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:33 Ji ber parvekirinên medya civakî gelek kes hatin binçavkirin
11:21 Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike
11:02 Nivîskar û helbestvan Fadil Ozturk hat binçavkirin
10:45 'Cezayê li Baluken birîn biryara dadgehên engîzîsyonê ya sedsala 21'emîn e'
10:19 ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'
10:01 Xebatên rê qet li Sûrê naqedin, gel bêzar bû
09:51 26 mehin cenaze nadin: Ji hestiyên me jî ditirsin
09:11 Akademîsyen Ozyetîş: Xemeke min a veşartina nasnameya zayendiyî tune ye