ENQERE - Li Kolana Yukselê, di roja 425'emîn a çalakiya "Em karê xwe dixwazin" de careke din polîsan mudaxileyî çalakvanan kir û di mudaxileyê de 6 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçûbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK'ê hatin îxrackirin di roja 305'emîn de didome. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ku ji aliyê piştevanên wan didome jî di roja 425'emîn de ye.
Kedkarên Cemaweriyê yên xwestin li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Yukselê dora wê bi bariyerên hesin hatiye dorpêçkirin daxuyaniyê bidin, bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Polîsan Kuçeya Konûrê bi wesayîta binçavkirinê û mertalan girt û destûr nedan koma ku xwest ber bi peyker ve bimeşe. Li ser vê kedkarên cemaweriyê xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, lê belê polîsan mudaxileyî wan kir. Polîsan pankarta li ser "Di roja 305'emîn a greva birçîbûnê de bila Nuriye-Semih vegerin ser karê xwe" nivîsî çirandin û 6 kedkarên cemaweriyê binçav kirin.
Di dema binçavkirinê de hin kedkarên cemaweriyê ketin erdê.