Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike

img
WAN / STENBOL- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku nêviyê welat veguheriye girtîgeha nîvvekirî û nêviyê din jî veguheriye tîmarxaneyê û ew di şert mercên Rewşa Awarte de ber bi kongreyê ve diçin. Bîlgen wiha got: "Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be." 
 
HDP, di çarçoveya amadekariyên kongreya ku dê di 11'ê Sibatê de li dar bixe, dest bi lidarxistina konferansên herêmî kiribû. Îro konferans li Wanê hat lidarxistin. Konferans li Eywana Konferasnê ya Erekê ya li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat lidarxistin. Li eywana konferasnê pankartên li ser "Ber bi kongreya sêyemîn ve em hêzdar in, bibiryar in" û "Gotineke me heye, hêzek me ya em biguherînin heye" hatin daliqandin. Tevî Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Alîgirê Hevserokatiya Giştî Nadîr Yildirim, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û parlementerên herêmê Mehmet Emîn Adiyaman, Mizgîn Irgat, Bedîa Ozgokçe Ertan, Nîhat Akdogan, Lezgîn Botan, Adem Geverî, Celadey Gaydali rêveberên partiyê yên Wan, Colemêrg, Erdexan, Qers, Îdir, Agirî, Mûş û Bedlîsê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê gelek kes tev li konferansê bûn. 
 
Piştî rêzgirtinê Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen axivî. 
 
POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ YA 2018'AN ROJAVA YE
 
Bîlgen balê kişand ser geşedanên diqewimin û rojeva heyî û li hemberî van geşedan û rojevê wê sekna wan û helwesta wan çawa be û ev tişt gotin: "Di sala 2017'an de Tirkiye di kîjan warî de bi ser ket? Eger bi ser ketibe, ew jî di tiştekî tenê de bi ser ketiye. Li Iraqê referandûma kurdan li gor xwe asteng kir. Di sala 2018'an de jî hedefa wî hemû ew e ku li Rojavayê kurd tiştekî bi dest nexin." Bîlgen got ku Tirkiye li Sûriyeyê li gor xwe muxalifan kom dike û hewl dide artêşekê çê bike û bi van artêşên ku her kes texmîn dike dê li hemberî kê bi kar bîne, li Hatayê civînan çê dike. Bîlgen wiha domand: "Lê belê sivîlên ku li Îranê daketine kuçeyan û bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan didin jî wek dijmin îlan dike. Tu yê li Sûriyeyê artêşê ava bikî, lê tê tehamulî tepkiyên demokratîk ên li Îranê nekî. Çawa polîtîkaya wê ya Rojhilata Navîn bêserûpê be, têkiliyên wê yên bi Rojavayê (ya cîhan) re jî evqas bêserûpê ne. Êdî hêviya ji îxracatê nemaye. Li derve wê rêzgiriya xwe ya gotinekê bêje, wek mumamleya dewletekê tev bigere winda kiriye. Nûnerekî dewletê bi kirîna çend balafir û fuzeyan û dibêje heqê wan çi be em ê bidin, polîtîkaya derve pêş ve dixe."
 
 
NÊVIYÊ WELAT GIRTÎGEHA NÎVVEKIRÎ, NÊVIYÊ DIN TÎMARXANE YE 
 
Bîlgen destnîşan kir ku li derve hikûmet ketiye vî halî û li hundur jî êrîşî goristan û kêlikan dike. Bîlgen destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye welatekî ku nêviyê wê girtîgeheke nîvvekirî û nêviyê wê yê din jî tîmarxane ye. Bîlgen ve tişt gotin: "Em di şert û mercên Rewşa Awarte de ku qerimîna aqil û bêwijdanî gihaştiye asta herî jor de siyasetê dikin û têdikoşin. Di van şert û mercan de kongreya ku em ê li dar bixin tu bikî nekî wê ne kongreyeke asayî be. Her çi qas bi awayekî fermî kongreyeke asayî be jî, lê wê kongreyeke ku bi awayekî fiîlî berpirsiyariyên awarte li me bardike be. Wê kongreyeke ku divê em hemû hewl bidin û bi fidakarî tev bigerin be."
 
DI HDP'Ê DE YÊN BIRYARAN DIDIN NE MILÎTANÊN KLAVYEYÊ, YÊN BEDÊLDAYÎ NE 
 
Bîlgen destnîşan kir ku HDP partiya ciwan, jin û zarokên ku li ber deriyên girtîgehan mezin bûne û wê partiyeke bi vî rengî tu kesên ji bo wê xizmet kiriye ji bîr neke û wê bêwefatiyê li tu hevalên xwe neke. Ayhan bi lêv kir ku lê belê hin kes di vê dema ew ber bi kongreyê ve diçin de, ji bo ew nîqaşên polîtîk yên wan plansaziya wan kiriye nekin û der barê jiderheqderketina pêvajoyê zelalbûneke siyasî nedin der û bi kêmasiyên xwe re rû bi rû nemînin, wek partiyên dûzenê li ser navan nîqaş dikin. Bîlgen diyar kir ku siyaseta HDP'ê ne siyaseteke bi vî rengî ye û di HDP'ê de yên biryaran didin ne milîtanên klavyeyan e, tenê yên bedêldayî biryaran didin. 
 
Bîlgen di dawiya axaftina xwe de got ku ew hêvîdar in ev kongre bibe munasebeta xwendineke baş a siyasetê û bi awayekî baş nirxandina rewşa Tirkiyeyê û xebatên bi baweriyî û briyardar. 
 
Piştî axaftina Bîlgen konferans ji çapmeniyê re hat girtin û bi awayekî girtî domand. 
 
STENBOL
 
Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Stenbolê li Taksîm Hîll Otelê konferans pêk tê. Konferans bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dest pê kir. Pêkhateyên HDP'ê, akademîsyen, nivîskar û hunermend jî tev li konferansê bûn. Wê nîqaş û pêşniyarên der barê pêvajoya kongreyê de bên kirin. Tê payîn ku wê konferans heta danê êvarî berdewam be. 
 
Wê Konferansa Herêmê ya Stenbolê jî, di 13'ê Çileyê de bê lidarxistin. 
 

Sernavên din

08/01/2018
13:59 Dozger ji bo rojnameger Dogru ceza xwest
13:59 Li ser gora Goktepe ‘Bi înat em hemû Metîn in’ qêriyan
12:33 Lijneya Wezîran bi rojeva OHAL û KHK’an dicive
12:00 Civaka êzidî 7 rojan Cejna Batîzmê pîroz kir
11:40 Komîna yekemîn li Reqayê hate avakirin
11:34 KNK'ê xwest Fransa ji bo Komkujiya Parîsê gav bavêje
11:29 Di Çemê Efrînê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:12 Denîz Nakî rastî êrîşa bi çek hat
11:08 Walî 13 gundên Bedlîsê qedexe kir
10:58 Walîtiya Şirnexê Herêmên Cûdî, Gabar û Geliyên Besta qedexe kir
10:22 ‘Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya jinê xetek e’
10:22 'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'
09:50 Welatiyê birîndar bû Wezareta Karên Hundir bi 45 hezar lîrayî mahkum kir
09:41 67 kesên li Nisêbînê hatin girtin 19 meh şûnde derdikevin pêşberî dadgehê
09:15 50 girtiyên Patnosê di bin talûkeya weremê dene
09:14 Girtiyê nexweş vê carê ji ber cezayê dîsîplînê nayê berdan
09:13 Cenazeyên bi destûr li Xerzanê hatin defikirin jî derxistin
09:12 Parêzerê doza suîkasta Parîsê Comte: Agahiyên dawî dê rewşê biguherîne
09:11 Prz. Kanar: AKP'ê ji bo hevkarê xwe yên sûcdar efûya korsan anî
09:10 ‘DMME dê Tirkiye ji ber Goristana Xerzanê ceza bike'
09:00 ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2018'AN
07/01/2018
18:30 ÎHD: Mamosteyên li Bazarcikê hatin girtin berdin
16:36 Ber bi Çiyayê Gabarê ve cerdevan hatin şandin
15:53 Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan
15:04 Di çalakiya 'em karê xwe dixwazin' de 6 kes hatin binçavkirin
14:49 Hamzaoglû: Yek ji peywirên lezgîn jî avakirina eniya demokrasiyê ye
13:54 Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike
12:56 Parlementerê HDP'ê Baydemîr hat berdan
12:09 Lîstikvanê navdar Munir Ozkul tê verêkirin
12:00 Ji ber li dijî yektîpiyê li ber xwe didin ceza li wan hat birîn
11:46 Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê jiyana xwe ji dest da
11:14 Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand
10:38 Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike
09:32 Rêxistinên Kedê: Ji bilî têkoşînê çare tune ye
09:32 Kemalbay ji HDP’iyan xwest ji bo demokrasiyeke xurt xwe amade bikin
09:27 Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand
09:26 ‘Divê herî zêde elewî li dijî zilma OHAL û KHK'ê derkevin’
09:10 Dîyanet re li pêş îstîsmarê vedike
09:10 Ozkan: Li Rojhilata Navîn dê daxwazen azadiyê derkevin pêş
09:09 Kurkçu: Ferzkirina yek tîpî doza tolhildanê ya şexsî ya Erdogan e
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:17 Baydemîr dê bi SEGBÎS'ê îfade bide
06/01/2018
19:25 Jin li dijî biryara Diyanetê meşiyan
18:51 3 jinên kurd ên siyasetmedar li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
16:58 Gardiyan û ulkuciyan girtiyê edlî derb kirin!
16:46 Xebatkarên TV10: Ji bo rejîma OHAL'ê rabe em li vir in
16:12 Li Kolana Hunerê teqîn pêk hat
16:11 Parazvanên mafên mirovan xwestin Dîlan Tanrikulu bê berhdan
16:11 Polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir
15:45 Mevlude Beşdaş sedî 86 astengdar e, di girtîgehê de ye
15:16 Xizmên Windayan li aqûbeta Çalik û Fîdan pirsîn
14:52 KESK: Em di 14'ê Çileyê de bêjin ‘Ne OHAL demokrasî’
14:51 Dayikên Şemiyê: Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?
14:49 Xizmên girtiyan: Em dê her dem li kolanan bin
14:18 Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin
14:12 Li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kirin
14:11 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
13:34 Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye
12:30 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em dê bi hêz beşdarî kongreyê bibin
11:55 Girtî: Piştî KHK'ya yek tîp zext zêde kirin
11:42 Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin
11:30 Li girtîgehê hêkên wî teqiyan, pirsa ji ku derê ye lê kirin, derzî lê dan û şandin
10:41 Koluman: Diyanet bi daxuyaniya xwe îstismara li dijî zarokan zêde dike
10:37 Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin
10:19 ‘Daxuyaniya Soylu wek bobelatê ye’
10:04 Tuksal: Di Qurana pîroz de tiştekî wiha tune
09:50 Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp: Em dê kolanan bi rêxistin bikin
09:17 ‘Huner çeka herî hêzdar e’
09:16 Li ser hestiyên perçekirî lihevhatina DNA’yê ne pêkan e
09:16 Bi qirş û qalên bi ava Dîcleyê tên tendûrên xwe sor dikin
09:15 Rojnamevanên penaber ên îranî: Wê berxwedan mezin bibe, êdê dê ne wek berê be
09:13 Jinan bertek nîşanî Diyanetê da: Destên xwe yên qirêjî ji ser zarokan bikişînin
09:12 4 cenazeyên wê ji Goristana Xerzanê hatin derxistin: Careke din bêhn li min çikiya
09:01 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2018'AN
05/01/2018
17:00 Girtiyek din jî yê qirîza dil derbas kir bi maşîneya rîngê rakirin nexweşxaneyê
16:42 Demîr, Uyar û Nayir li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:43 Serdozger serlêdana malbatan red kir
15:38 Baroya Amedê: Li pey soza xwe bisekinin
15:37 3 siyasetmedarên jin li Rihayê hatin bibîranîn
15:15 Amîrê polîsan ê di cenazeyê Tugluk de peywirdar: Ew ne êrîşkar in şêniyên gund in
14:28 Jinan derbarê Diyanetê de serlêdana sûc kirin
14:15 DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin
14:13 Hevrêya Sêvê Demîr: Nikaribûn vîna jina kurd bişkînin
14:04 Wekîla HDP'ê Uca: Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar lêkolîn bikin
13:45 KCD: Ji bo ronîkirina komkujiyan em têkoşînê xurtir bikin
12:55 Hêdî hêdî diherike lê di kurahiya wê ya heft qadî de bahoz hene
12:52 HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî
12:36 Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
12:35 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
12:29 Şaredar bi destê xwe nelirêtiya xwe belge kir
12:14 Li Colemêrgê 31 herêm qedexe kirin
11:40 Malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:33 Ji ber parvekirinên medya civakî gelek kes hatin binçavkirin
11:21 Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike
11:02 Nivîskar û helbestvan Fadil Ozturk hat binçavkirin
10:45 'Cezayê li Baluken birîn biryara dadgehên engîzîsyonê ya sedsala 21'emîn e'
10:19 ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'
10:01 Xebatên rê qet li Sûrê naqedin, gel bêzar bû
09:51 26 mehin cenaze nadin: Ji hestiyên me jî ditirsin
09:11 Akademîsyen Ozyetîş: Xemeke min a veşartina nasnameya zayendiyî tune ye