AMED – Îdareya Girtîgeha Tîpa D a Amedê, cezayê disîplînê li girtiyên ku ji bo ferzkirina kincên yek tîpî protesto bikin neçûn hevdîtinê birî.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, ji bo ferzkirina kincên yek tîpî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan şermezar bikin biryar dabûn ku ew ê di navbera 1'ê Çîleyê û 1'ê Sibatê de hevdîtinan pêk neyînin. Ji ber vê biryarê îdareya girtîgehê der barê girtiyên naçin hevdîtinê de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de îdareyê cezayê pêwendiyê li girtiyan birî.