TEKIRDAG - Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş, di qezayeke trafîkê de mir.
Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş (36) di qezayeke trafîkê ya li navçeya Çorlûyê pêk hat de mir. Qeza nîvê şevê li ser Kolana Omûrlûk a Çorlûyê pêk hat. Piştî Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş kafeya xwe kir û bi wesayîta xwe ya bi plakeya 59 FK 462 ber bi malê ve diçû, li xaçerêya Lîseya Pîşeyî ya Keçan kontrola wesayîtê ji dest Gumuş çû û wesayît qulopanî bû. Kesên qezayê dîtin xeber dan ekîpmanên tenduristiyê û îtfaiyeyê.
Ekîpmanên tenduristiyê Gumuş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlûyê. Lê belê li gel hemû mudaxileyan jî Gumuş nehat xelaskirin.
Hat diyarkirin ku der barê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Cenazeyê Gumuş li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê ye û wê sibê nimêja cenaze nîvro li Goristana Fatîhê ya navçeya Fatîh a Stenbolê bê edakirin û paşê wê cenaze li Goristana Kocasînan a Yenîbosnayê bê definkirin.