AMED – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek gelek krîk re derbas dibe û wiha got: “Divê êdî gelê Tirkiye hilbijartina xwe an di pergala Komara Demokratîk de an jî di pergala rejîma tundiyê de bike. Em dixwazin hemû hevalên me yên dimeşin Kongreya Giştî ya HDP'ê ji bo têkoşîna demokrasiyek xurt xwe amade bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de li Enqereyê 3'emîn Kongreya Giştî ya Asayî pêk tîne. Beriya kongreyê li herêman û bajaran civîn û konferansan pêk tîne û dixwaze her kesî tev li karwanê têkoşîna demokrasiyê bike. Beriya kongreyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgehae Tîpa F a Edîrneyê girtî ye peyam şand û diyar kir ku ji bo têkoşînke hîn xurtir ew nabe namzetê hevserokiya giştî. Der barê amadekarî û xebatên Kongreya Giştî de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku ev kongre hem ji bo têkoşîna demokratîk a Gelên Tirkiye û hem jî ji bo pêşeroja HDP'ê gelek dîrokî, watedar û stratejik e.
‘DEMÎRTAŞ BI XWE BIRYAR DA'
Kemalbay, destnîşan kir ku beriya kongreyê dest bi civîn û xebatên rêxistinî kiriye û wiha got: "Ji bo em xwe bigînin hemû endam û rêveberên xwe me dest bi xebatê kir. Em dixwazin nerîn, pêşniyar û rexneyên tevan bigirin. Me beriya kongreyê komîsyon ava kirin. Hem ji bo Meclîsa Partiyê hem ji bo MYK'ê û hem jî ji bo Hevserokên Giştî Selahattin Demirtaş me niqaş dan destpêkirin. Di niqaşan de daxwaza ku Selahattin Demirtaş ji nûve bibe Hevserok derket pêş. Selahattin Demirtaş di hundir de jî aktorekî herî girîng ê HDP'ê ye. Lê biryara ku nebe namzet bi temamî aydî wî ye. Demirtaş wekî di peyama xwe de diyar kir tekoşîna ku em ji bo gelê Tirkiye bidin meşandin dê di pêşketina demokrasiyê de diyarker be."
‘DEMÎRTAŞ DÊ DÎSA ÇALAK CIH BIGIRE'
Kemalbay, anî ziman ku Demirtaş rêberekî mîna pirê bû û wiha got: “Pirsgirêkên li Kurdistanê û yên li Tirkiye tev digirin yek û di nava hevde çareser dikir. Cewherê wan bi awayekî herî cewher dianî ziman. Kesê herî baş gotinên xwe dianîn ziman e. Bû serkêşiyê muxalefetê. Niha dîsa Demirtaş dê wekî aktorekî çalak di nava partiyê de cih bigire. Em dê ji cerebe û tecrûbeyên wî sûdê bigirin. Em dê di rojên pêş de dîsa pêngava demokrasiyê bidin destpêkirin.
'EV ÇANDA DEMOKRASIYÊ YE'
Kemalbay, anî ziman ku tekoşîna wan çanda demokrasiyê ye û wiha got: "Beriya kongreyê em dê civîn û konferansên xwe berdewam bikin. Em dê vîna parlamenterên girtî jî esas bigirin. Me plan kir ku em bi hevalên xwe yên girtî re jî di nava dan û stendinê de bin. Em dem bi dem bi pira parêzeran bi wekilên xwe re hevdîtin dikin. Em dê nerîn û pêşniyarên wan li ber çavan bigirin û jê sûdê bigirin. Heta ku pêkan e em dê pergala demokratîkbûnê esas bigirin. Niha hevalên me yên girtî bedelê demokrasiyê didin. Bi girtina hevalên me dixwazin peyamekê bidin kesên li derve. Dixwazin hêza tekoşînê bişkînin. Lê em jî li dijî vê yekê dê bêtir bi hêz û xurt têkoşîna demokrasiyê pêş bixin.
‘BILA HER KES JI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ RE AMADE BE'
Kemalbay, ji hemû endam, rêveber û dildarên HDP'ê xwest ku xwe ji bo têkoşîna demokratîk ya bi hêz amade bikin û wiha got: "Bila gelê Tirkiye êdî hilbijartina xwe bike. An bila pergala Komara Demokratîk an jî pergala tundî û zextan hilbijêre. Di sala 2017'an de AKP û Erdogan bi her awayi êrîşî têkoşîna demokrasiyê kir, lê bi ser neket. Niha AKP û Erdogan bi OHAL û KHK li ser piyane.
Em rexnedayîna xwe didin ku me civaka muxalif baş bi rêxistin û bi hêz nekir. Em dê di sala 2018'an de bêtir têkoşîna demokrasiyê xurt bikin. Em dê li dijî pergala statuko olperest, neo-liberal û netew devletê bêtir xwe jibo têkoşîna demokratîk bi hêz bikin. Niha jibo têkoşînê pêvajoyek dijwartir li pêş me ye. Divê em hemû karwanên demokrasiyê ji hemû zor û zahmetiyan re amade bin. Divê em Tirkiye demokratîk bikin. Niha em kevirên bingehîn ê demokrasiyê yê Tirkiye dihûnin."
MA / Rifat Şahin – Devran Toptaş