WAN - Bertekên li dijî biryara Diyanetê ya rê li pêş zewaca zarokan vedike her ku diçe zêde dibe. Nûnerên saziyên jin ên Wanê biryara Diyanetê rexne kirin û gotin "Diyanet rê li pêş îstîsmarê vedike. Ev nayê qebûlkirin."
Piştî Serokatiya Karên Diyanetê di malpera xwe de pênaseyên ku istismara zarokan teşwîq dike û zewaca di temenên zarokatiyê de rewa dike weşandin, bertek zêde dibin. Nûnerên saziyên jin ên Wanê bertekên xwe anîn ziman û xwestin Diyanet vê biryarê belat bike.
Endama Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîlem Kuçukkuleş, diyar kir ku li Tirkiye qirêjiyê berî her tiştî li ser jin û zarokan belav dikin û wiha got: "Civaka ku nikaribe li zarok, goristan û gorên xwe xwedî derkeve ava dike. Bi taybetî di 2 salên dawî de meseleya Vakfa Ensar derket holê û gelek bûyerên tacîz, tecawiz û îstîsmarê pêş ketin. Dixwazin bi vê yekê kevirê binesaziya civakê xera bikin û civakê perçe bikin.
‘HEMÛ DAXWAZÊN ME DAXISTIN HERÎ JÊR'
Kuçukkeleş, destnîşan kir ku hikûmetê Tirkiye anîye astek wisa ku êdî nikaribin behsa mafê jin û zarokan bikin û nikaribin mafê jin û zarokan biparêzin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de li her demê û her demê divê berî her tiştî em destûr nedin dest bidin nirxên me. Divê em em li her derê û her dem parastina mafê xwe bikin û qala mafê xwe bikin. Divê em li her derê têkoşîna mafê xwe yê hiqûq û nasnameyê bikin."
DIXWAZIN JINAN BI ÎSTÎSMARKARÊN WAN BIZEWICÎNIN
Endama MYK'ê ya HDP'ê Şafak Ozanlî jî anî ziman ku bi zewaca zarokên jin dixwazin jinê li dervê civake bihêlin û wiha got: "Nêviyê civakê ji jinan pêk tê. Rêxistinbûn û zanebûna jinan îktîdar û pergalê bêzar dike. Ji ber vê yekê dixwazin jinan girê bidin û bê vîn bihêlin. Ji ber ku jina zane, jina bi hêz û jina bi vîn bi xwe re civakê jî bi hêz û vîn dike. Ji ber vê yekê naxwazin civak bi hêz û vîn bibe. Dixwazin zewaca jinê ya bi îstîsmarkar re rewa bike. Dixwazin jinê di malê de hepis bikin. Dixwazin hemû maf û destkeftiyên jinan ji destê wan bigirin. Ji ber ku ji hêza jinê ditirsin dixwazin jinê bê hêz bihêlin."
BILA DIYANET BÊ RAKIRIN
Prz. Mujde Tozbey jî anî ziman ku diyanet dixwaze bi van pêkanînan îstîsmar, tacîz, tecawizê rewa bike û rê li pêş wê veke. Ji ber vê yekê em dixwazin Serokatiya Karê Diyanetê bê rakirin.
MAFÊ ZAROKAN ÎHLAL DIKE
Endama VAKAD'ê Songul Deniz jî Diyanet tev li karê îstîsmarê dibe û rê li pêş îstîsmarê vedike û wiha got: "Ev biryar îhlala mafê zarokan e. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Ev dê bêtir rê li pêş îstîsmarê veke.