ÎZMÎR – Parlalenterê HDP'ê Osman Baydemîr ku şevê din li Îzmîrê hat binçavkirin piştî lêpirsîn bi dawî bibe dê îro bi riya SEGBÎS'ê îfade bide Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr şevê din li Îzmirê hat binçavkirin. Piştî karê îfadeyê yê Baydemîr biqede dê îro piştî saet 09:00’ li Edliyeya Îzmirê bi riya SEGBÎS'ê îfade bide Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê.
Baydemîr di 27'ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê bi armanca muameleya li dijî cenazeyan şermezar bike der barê wî de bi hinceta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan derketiye doz hatibû vekirin.