STENBOL - Jinên Stenbolê bi dirdûşmeya "Jin bi hevre bi hêz in", li dijî daxuyaniya Diyanetê ya rê li pêş zewaca zarokên keç û kur vedike çalakî pêk anîn û meşiyan.
Jinên Stenbolê li dijî daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê a rê li pêş zewaca zarokên keç û kur vedike bi meşekê bertekên xwe anin ziman. Jinên ku li pêş Opera Sureya ya Kadikoyê kom bûn, bi dirûşmeya "Jin bi Hevre bi Hêz in" û “Ne fetvayên we yên dijminantiya Jin û zarok dike, dê jin bi ser bikevin" heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşiyan. Dema jinan dest bi meşê kirin Polisan meş asteng kir û rê li pêş meşê girtin. Dema di rageşiyê de nûçegîhana JinNewsê Evrim Kepenek xwest dîmenan bikişîne polîsan ew darp kir. Tevî hemû astengiyan jin heta Parka Mehmet Ayvalitaşê meşiyan.
Jin piştî gihiştin Parka Mehmet Ayvalitaşê li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Seroka Şaxa Odeya Endesyarên Kimya (KMO) ya Stenbolê Selîn Top daxuyanî da. Top, destnîşan kirku pêkaninên Dîyanetê dibêjin “Êdî pes” û wiha got: “Diyanet ku bi bacê ji civake kom dike û xwe li ser piyan dihêle 12 wezaret derbas kirin. Diyanet bi baca ji me distîne mudaxaleyî jiyana me dike. Temê zewacê daxistin 9 salî û 12 salî. Ev ne pêkanina ewil e. Xuya dike ku dê ne pêkanîna dawî be jî. AKP'ê di sala 2016'an dre temenê tecawizê daxist 12 salî û heta 12 salî wekî ku bi riza xwe kiribe kir bin zagonan. Dijminantiya jinê bajar bi bajar belav dibe. Em dê li dijî van pêkanînan li her qadên jiyanê tebikoşin û em destûrê nadin."