ÎZMÎR - Endamên Şaxa ÎHD'a Îzmîrê, vê heftê li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê xwestin Mevlude Beşdaş (59) a sedî 86 astengdar e, serbest bê berdan. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beşdaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî cilên yek tîp heta dawiyê li ber xwe bidin.
Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, her hefte ji bo "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" û "Girtiyên nexweş serbest bên berdan" çalakî pêk tîne. Çalakiya ÎHD'ê 414 hefte ne dewam dike û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Endamên ÎHD'ê li ber avahiya Serokwezîrtiyê hatin gel hev û di çalakiyê de wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Aycan Îrmez û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî cih girtin.
Di çalakiyê de destpekê Eren Keskîn axivî û ev tişt got: "Hikumet û bi taybetî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi kontragerîlayê re li hev kirin. Piştî vê hevhatinê, bi vê rêyê serî li hemû rêbazên derbeyê dan. Pêkanîna cilên yek tîp jî milîtarîzma yek tîpî ye." Beşdaş jî diyar kir ku AKP dixwaze faşîzmê ava bike, destkeftiyên ku bi salan e girtiyan bi berdêlên giran bi dest xistine, ji destê girtiyan bigire û wiha axivî: "Pêkanîna cilên yek tîp hovîtiya Guantonamo, Ebu Gureyb û DAIŞ'ê ye. Dê girtî cilên yek tîp li pêşberî dadgehê biçirînin. Di 14 Tîrmehê de bedena xwe danîn mirinê û ev pêkanîn qebûl nekirin." Beşdaş da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
‘REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ GIRAN DIBE’
Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Caner Canli jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: "Murat Saat ê li Girtîgeha Bandirmayê krîza dil derbas kir, ew bi rîngê birin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest da. Hasîp Gun jî li Girt3igeha Şakranê krîza dil derbas kir, ew jî bi rîngê birin nexweşxaneyê. Divê daxwazên tenduristiyê yên li girtîgehan sererast bikin. Dîsa Abdullahîm Kirtay hêkên wî teqiya ne û divê tedawiya wî bi rêk û pêk bê kirin."
SEDÎ 86 ASTENGDAR E, NAYÊ BERDAN
Canli da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her roj xirabtir dibe û bal kişand ser rewşa Dayika Aştiyê Mevlude Beşdaş (59) û xwest serbest bê berdan. Canli destnîşan kir ku Beşdaş di 1'ê Îlona 2015'an de li Çiyayê Bagokê ya Nisêbîna Mêrdînê wekî mertala zindî li dijî operasyonan rawestiya ye û 4 sal û 2 meh ceza lê birîne. Canli da zanîn ku Beşdaş di 5'ê Tîrmeha 2017'an de rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, rapora sedî 86 astengdar daneê û ev tişt got: "Gelek nexweşiyên wê yên wekî dil, gurçik, şekir û tansiyonê heye. Divê demil dest serbest bê berdan."