ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên Îzmirê çalaki pêk anîn û diyar kirin ku ew dê kefen li xwe bikin lê cilên yek tîp li xwe nakin. Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew dê her dem ji bo daxwazên girtiyan li kolanan bin.
Xizmên girtiyan li dijî biryaka "Cilên Yek Tîp" a hêjmar 696'an a KHK'ê çalakî pêk anîn. Xizmên girtiyan li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD Ya Îzmirê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anîn. Xizmên girtiyan, anîn ziman ku ew dixwazin dengê girtiyan bilind bikin. Xizmên girtiyan destnîşan kirin u ew dê têkoşîna xwe mezin bikin. Di daxuyaniyê de nûnerên ÎHD, Partiya Şoreşger, Partiya Bindestan a Sosyalîst û xizmên girtiyan amade bûn.
Di civînê de xizmê girtî Yusuf Aydin Cemile Aydin, diyar kir ku piştî OHAL'ê zextên li ser girtiyan gelek zêde bûne û wiha got: “Dixwazin çi bikin ji girtiyên me?" Girtî dê bi tu awayî cilên yek tîp li xwe nekin. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji vê pêkanînê berdin. Em vê pekanînê qebûl nakin. Bila zanibin êdî hemû cîhna hatiye guhertin. Dem ne dema cilên yek tîp e. Dem ne dema zilmê ye. Dem dema çareseriya demokratîk e."
'EM DÊ HER DEM LI KOLANAN BIN'
Aydin, anî ziman ku her kes dizane ku girtî vê yekê qebûl nake û nikarin bi girtiyan bidin qebûlkirin û wiha bi dawî kir: "Em wekî malbat dê heta dawî li pişt têkoşîna xizmên xwe bin. Em dê li kolanan deng ê xwe û daxwazên girtiyan bînin ziman.
Dayika girtî Nevzat û Mehmet Kiliç Muhbet Akbag jî bertek nîşanî biryare da û wiha got: "Helwesta girtiyan diyar e. Dibêjin 'Em dê kefen li xwe bikin, lê em cilên yek tîp li xwe nakin'. Em jî dê li dijî zilm û zextên li ser zarokên xwe bertekên xwe bînin ziman. Em bêdeng namînin. Em dê her dem li pişt çalakiyên wan bin. Em teqez vê pêkanînê qebûl nakin."
Xizma girtî Eren Tekin Hediye Tekin jî anî ziman ku pêkanînên 12'ê îlonê bi ser neket dê niha jî bi ser nekeve û wiha got. Xizmê girtiyan Kerim Altınmakas anî ziman ku ew vê pêkanînê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe li derve berdewam bikin.
Herî dawî Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Mehmet Aker jî anî ziman ku girtî her dem bê sûc in û wiha got: "Wekî parazvanê mafên mirovan em diyar dikin ku ev yek li djî mafê azadiyê û rûmeta mirovan e. Em vê yekê qebûl nakin."