STENBOL – Parêzer Levent Kanat daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu a “Lingên kesên hişbirê difiroşin bişkênin” nirxand û got: “Rewşek talûke û bobelatî ye. Ji aliyê dewleta hiqûq ve jixwe întîhar e. Ji dewleta polîs wêdetir tiştek din e.”
Li dijî gotina “Lingên kesên hişbirê difiroşin bişkênin, sûc biavêjin ser min” a Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu nerazîbûn dewam dikin. Duh li Îzmîrê Soylu li pey daxuyaniya xwe sekini û got ku polîs û leşkerên wî ji wî fêm dikin. Parêzer Baran Dogan diyar kir ku bi daxuyaniyekê destûr ji îşkence kirinê re hatiye dayîn û got: “Li dewletên rêgezên hiqûqa giştî yên gerdûnî ku derbas dibin, hemû mafên bingehîn û azadiya kes di bin ewlehiyê de ye. Polîs nikare biryar bide ku kes firoşkarê hişbirê ye. Polîs tenê dikare wî hilde binçavan. Nikare bidarizîne û bigire. Heke ku polîs dikaribe wisa bike dê tu wateya dadgehan nemîne. Bi pergalek wisa hestên edalet û wekheviyê nabin. Tişta ku anî ziman temamî îşkence û tundiyê rewa dike. Dixwazin hiqûqê lawaz bikin û hêzên paramîlîter derbixi holê. Ev li dijî hiqûqê ye.”
‘WÊ ENCAM BOBELAT BE’
Parêzer Levent Kanat jî destnîşan kir ku ger Suleyman Soylu nizanibe çi daxuyaniyê dabe encama wê dê bi bobelatî bi encam bibe û got: ““Rewşek talûke û bobelatî ye. Ji aliyê dewleta hiqûqê ve jixwe întîhar e. Ji dewleta polîs wêdetir tiştek din e. ”