STENBOL - Berdevkê Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp Ugur Karadaş, diyar kir ku dê hemû beşên cuda li dijî êrîşan kom bikin û kolanan bi rêxistin bikin. Karadaş, anî ziman ku ew dê tevî malbatên girtî milê kolanan bi rêxistin bikin û li pêş girtîgehan daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
Bertekên li dijî Cilên Yek Tîp Berdewam dike. Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp a ku ji Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Înîsiyatifa Piştevaniyê ya Girtiyan (TDÎ), Alinteri, Rojnaneya Meydan, Yekîtiya Têkoşînê, Platforma Piştevaniya Bi Zinanan re hatiye avakirin dê li dijî pêkanînên cilên yek tîp derkevin kolanan. Berdevkê Platformê Ugur Karadaş, diyar kir ku ew dê hewl bidin hemû beşên cuda li dijî êrîşan kom bikin û kolanan bi rêxistin bikin. Karadaş, anî ziman ku ew dê milê kolanan bi rêxistin bikin. Karadaş, diyar kir ku pergala cilên yek tîp ku îro li ser girtiyan ferz dike koka xwe ji 1984'an digire û wiha got: "15'ê tîrmehê ji bo AKP'ê lutfa xwedê ye. Di darbeya 1980'ê de cuntaya faşist xwest civakê dîl bigire. xwest kesên şoreşger dîl bigire. Ev berdewama wê ye. Îro jî darbeyek nû piştî pêvajoya OHAL'ê xistin meriyetê. Zextên li ser girtîgehan ne tenê piştî 15'ê Tîrmehê ye. Piştî krîza 2012'an û heta niha zextên li ser girtîgehan berdewam dike. Pirtûk gav bi gav qedexe kirin. Hevdîtin asteng kirin. Dest bi sirgûn û sewqan kirin. 15'ê Tîrmehê ji bo AKP'ê bû lutfa xwedê.
'WELAT KIRINE GIRTÎGEHA SERVEKIRÎ
Karadaş, anî ziman ku hikûmetê ji ber polîtîkayên tuntiyê welat kiriye girtîgeha servekirî û wiha axivî: "Li Kurdistanê piştî bajar ser û bin kirin, akademisyen, hiqûqnas, siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Destkeftiyên kurdan şaredarî ji destê wan girtin. Hevşaredar girtin. Civka xistin girtîgeha servekirî. Polîtika bêzarkirin û tirsê pêş xistin. AKP hemû beşên ku ji bo xwe muxalif dît avêt zindanan. Li hundir çand û kevneşopiyek xurt a berxwedanê heye. Divê milê derve jî bê xurtkirin. Divê çalakiyên li kolanan jî bê xurtkirin. Dîroka zindanan ji bo şoreşgeran dîroka berxwedanê ye. Divê ev berxwedan li kolanan jî bê rêxistinkirin. Divê em tenê berxwedanê li ser milê hevalên xwe yên girtî nehêlin. Divê li kolanan eniyek xurt bê avakirin û bê bi rêxistinkirin. Divê eniya li dijî AKP'ê bê xurtkirin.
Ger ku li derve kolan neyên bi rêxistin, girtî dê bedelên giran bidin.
GIRÎNGE KU XETA TÊKOŞÎNÊ BÊ AVAKIRIN
Karadaş, herî dawî anî ziman ku têkoşîn û berxwedana li dijî cilên yek tîp ne tenê berpirsiyariya girtiyan e û wiha got: "Em wekî platformê hewl didin li dijî cilên yek tîp û zextên li ser girtiyan xeta berxwedanê li derve û kolanan xurt bikin û pêş bixin. Em armanc dikin vê mijarê têxin rojeva gelê Kurdistan û Tirkiyeyê. Armanca me pir zelal e. Em destûr nadin cilên yek tîp. Em dê li gel malbatan li pêş girtîgehan daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Berê me li pêş girtîgehên Bakirköy û Tekirdag, Gebze, Xerpêtê daxuyanî dabûn. Em dê bi hemû malatên girtiyan re di nava şêwirmeniyê de bin. Em dê li dijî van pêkanînan kolanan bi rêxistin bikin."