STENBOL – Têkildarî 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, hatibû gotin ku “Ji bo lihevhatina DNA’yê” hatine derxistin. Lê belê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku ev daxuyanî rastiyê di xwe de nahebînin û di hestiyên ku bi makîneyên karî hatine perçekirin de lihevhatina DNA’yê nepêkan e.
Têkildarî aqûbeta 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatin derxistin, hewldanên rêxistinên mafên mirovan û yên huqûqê didomin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku diviya ji bo DNA’yê dewletê daxwaz ji malbatan bikirana, lê belê heta niha tiştekî wisa nekiriye.
Yolerî, got ku li gor agahiyên wan wergirtine, berê der barê 84 cenazeyan de xebatên nasnameyî nehatine kirin û der barê nasnameyên wan de tu nîqaş nehatine kirin. Yolerî wiha domand: “Çimkî malbat ji goristanên din anîne û li Goristana Xerzanê defin kirine. Ji ber der barê nasnameyan de tu guman tunebûne, pêdivî nedîtine ku careke din serî li dewletê bidin. Diyar e 267 cenazeyên li wir aîdî kê ne, lê belê dîsa jî dewletê tiştekî wisa kiriye.”
Der barê cenazeyan de Walîtiya Bedlîsê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Wê lihevhatina DNA’yê bê kirin û li gor usûlê bên definkirin.” Lê belê Yolerî destnîşan kir ku ev daxuyanî rastiyê di xwe de nahebîne. Yolerî bi lêv kir ku bi taybetî makîneyên karî aliyên hestiyan ên ku dê bi kêrî lihevhatina DNA’yê bên texrîb kirine û ji ber vê lihevhatina DNA’yê ne pêkan e. Yolerî got ku bi her awayî der barê lêpirsînê de biryara “nepeniyê” hatiye dayîn û ji ber vê malbat nayên agahdarkirin. Yolerî wiha got: “Wê lihevhatina DNA’yê bi kî re bikin? Divê bi malbatan bikin, lê belê daxwaza tiştekî wisa ji malbatan nehatiye kirin.”
‘JI DESTPÊKÊ VE DERQANÛNÎ YE’
Yolerî destnîşan kir ku divê demildest biryara nepeniyê bê rakirin û malbat bên agahdaririn û ev tişt gotin: “Diviya beriya ev kirarî bên destpêkirin pêşî malbat bihatanan tespîtkirin û nimûneya DNA’yê bihatana girtin. Wê ji malbatên serî li ÎHD’ê dane bibêjin serî li dozgeriyan bidin, nimûneyên DNA’yê bidin û cenazeyê xwe bixwazin. Lê yên ku divê vî tiştî bikin ne malbat in, dewlet e.”