Rojnamevanên penaber ên îranî: Wê berxwedan mezin bibe, êdê dê ne wek berê be

img

WAN- Rojnamevan Arash Shoa Sharg û aktivîstê siyasî Kourosh Zamanî ku piştî li Îranê cezayê darvekirinê li wan hat birîn û hatin li Wanê bi cih bûn, ji bo protestoên li welatê wan gotin ku dê berxwedan mezin bibe û êdî dê ne wek berê be. 

Nivîskarê Rojnameya Gîlanenû Arash Shoa Sharg û aktivîstê siyasî Kourosh Zamanî ku piştî cezayê darvekirinê li wan hat birîn û ji Îranê hatin li Wanê bi cih bûn, protestoyên li welatê wan ên li hemberî rejîmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
‘JI 79’AN HETA NIH TU PÊŞKETIN ÇÊ NEBÛN’ 
 
Sharg, destnîşan kir ku heta niha herî kêm nêzî 70 bajar serî rakirine û wiha got: “Gel îtirazî rejîmê dike. Rejîm li gor xwestekên gel tev nagere. Mirov dixwazin mafên wan ên sereke berpêşî referandûmê bên kirin. Nêzî 40 sal in pirsgirêkên aborî hene û gele Îranê bi vî awayî jiyana xwe didomîne.” Sharg bi bîr xist ku di sala 1957’an û sala 1979’an de jî gel daketine kuçeyan. Sharg got ku wê demê gel ji bo guherandina rejim û hikûmetê dixwest referandûm çê bibe û ew referandûm di sala 1980’yî de pêk hat. Sharg bi lêv kir ku bi referandûmê gel gihaştiye armanca xwe, lê belê 37 sal di ser referandûmê derbas bûne, lê başbûnek xwe nedaye der. Sharg wiha domand: “Niha ciwanên ku daketine kuçeyan hemû ciwanên bîrbir in. Dizanin çi çî ye. Pirsgirêkên civakiyî hene û dixwazin ev pirsgirêk bên çareserkirin. Êdî her kes bi rihetî hay ji van pirsgirêkan çê dibin. Ji ber vê temamiya gel dadikeve kuçeyan.” 
 
‘ARMANCA SEREKE TÊKBIRINA REJÎMÊ YE’ 
 
Sharg, bi lêv kir ku armanca kesên li dijî rejîmê daketine kuçeyan ew e ku hikûmet û rejîmê têk bibin. Sharg wiha domand: “Ji 32 bajarên ku piraniya gelê Îranê ji wan pêk tê 30 bajar tev li çalakiyan bûne. Tenê 2 bajar tev li çalakiyan nebûne. Di nav van bajarên tev li çalakiyan bûne de bajarên Kurdistanê jî hene. Ew jî li dijî kirinên rejîmê daketin kuçeyan. Bajarên ereb ên li Îranê jî tev li çalakiyan bûne. Piraniya bajaran ji dest rejîmê hatin wergirtin. Daxwaza piraniya kesên tev li çalakiyan bûne referandûm e. Bawernakim daxwazeke taybet a tu kesî hebe.Armanca hemûyan guherandina rejîmê ye. Rejîma Îranê ji bo vîna gel bişikîne bi çekan êrîş dike. Diwaze vê serhildana li hemberî rejîmê berteraf bike.” Her wiha Sharg got ku ji bo ewlehiya xwe bidomîne rejim di êrîşan de hêzên paramîlîter Besîcan bi kar tîne û ev yek jî nîşan dide ku di warê aborî de piştevaniya wan dike û ji bo tepisandina çalakiyan van koman bera kuçeyan dide. 
 
 
‘REJÎMÊN TOTALÎTER NIKARIN LI SER PIYAN BISEKININ’ 
 
Sharg, diyar kir ku alîgirên rejîmê kincên fermî li xwe kirine û dijberên rejîmê jî kincên kestaneyi û kincên sivîl li xwe kirine. Sharg got ku dijberên rejîmê li hemberî rejîmê û alîgirên wê têkoşîna xwe bi awayekî biryardar didomînin. Sharg diyar kir ku rejim bi çekan û wesayîtên zirxî êrîşî gel dike û ava şid bi ser wan direşîne û bombeyên gazê davêje wan. 
 
Sharg bi bîr xist ku li kuderê dibe bila bibe wê rejim û hikûmetên totalîter nikaribin li ser piyan bisekinin û jixwe armanca sereke ya van çalakiyan jî têkbirina rejîmê ye. Sharg bi lêv kir ku gel rejîmeke demokratîk dixwaze û li gor wî heta ku rejîmê neguherînin wê gel ji kuçeyan venekişe. 
 
Kourosh Zamanî jî wiha got: “Tekane pêdiviya gelên Îranê piştevaniya dewletan e. Tekane pêdiviya gel ev e. Heke bûyerên li Îranê bi awayekî baş li raya cîhanê bên nîşandan, wê bandora çalakiyan zêde be û wê bi serketina gelen Îranê bi encam bibe.” 
 
‘HETA KU REJÎM HEBE DÊ PIRSGIRÊK JÎ HEBIN’ 
 
Zamanî axaftina xwe wiha temam kir: “Tenê armanceke jinan, ciwanan û gelan heye; ew jî guherandina rejîma heyî ye. Di vê merheleyê de tu civat, kom an jî jin mafên xwe dernaxin pêş. Armanca hevpar a hemûyan çûyîna rejîmê ye. Çalakî jî di vê çarçoveyê de didomin. Jixwe piştî van çalakiyan wê rejim polîtîkayên xwe yên berê nesepîne. Wê gelek tişt biguherin. Piştî rejim biguhere, ji cezayê darvekirinê bigirin wê gelek tişt biguherin. Piştî van çalakiyan wê rejim nikaribe pişta xwe rast bike. Wê girtinên siyasî, sirgûn bi dawî bibin. Wê ev pirsgirêk û yên bi vî rengî hemû bn çareserkirin. Heta ku rejim hebe dê ev pirsgirêk hemû hebin.” 
 
MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas 

Sernavên din

08/01/2018
13:59 Dozger ji bo rojnameger Dogru ceza xwest
13:59 Li ser gora Goktepe ‘Bi înat em hemû Metîn in’ qêriyan
12:33 Lijneya Wezîran bi rojeva OHAL û KHK’an dicive
12:00 Civaka êzidî 7 rojan Cejna Batîzmê pîroz kir
11:40 Komîna yekemîn li Reqayê hate avakirin
11:34 KNK'ê xwest Fransa ji bo Komkujiya Parîsê gav bavêje
11:29 Di Çemê Efrînê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:12 Denîz Nakî rastî êrîşa bi çek hat
11:08 Walî 13 gundên Bedlîsê qedexe kir
10:58 Walîtiya Şirnexê Herêmên Cûdî, Gabar û Geliyên Besta qedexe kir
10:22 ‘Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya jinê xetek e’
10:22 'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'
09:50 Welatiyê birîndar bû Wezareta Karên Hundir bi 45 hezar lîrayî mahkum kir
09:41 67 kesên li Nisêbînê hatin girtin 19 meh şûnde derdikevin pêşberî dadgehê
09:15 50 girtiyên Patnosê di bin talûkeya weremê dene
09:14 Girtiyê nexweş vê carê ji ber cezayê dîsîplînê nayê berdan
09:13 Cenazeyên bi destûr li Xerzanê hatin defikirin jî derxistin
09:12 Parêzerê doza suîkasta Parîsê Comte: Agahiyên dawî dê rewşê biguherîne
09:11 Prz. Kanar: AKP'ê ji bo hevkarê xwe yên sûcdar efûya korsan anî
09:10 ‘DMME dê Tirkiye ji ber Goristana Xerzanê ceza bike'
09:00 ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2018'AN
07/01/2018
18:30 ÎHD: Mamosteyên li Bazarcikê hatin girtin berdin
16:36 Ber bi Çiyayê Gabarê ve cerdevan hatin şandin
15:53 Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan
15:04 Di çalakiya 'em karê xwe dixwazin' de 6 kes hatin binçavkirin
14:49 Hamzaoglû: Yek ji peywirên lezgîn jî avakirina eniya demokrasiyê ye
13:54 Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike
12:56 Parlementerê HDP'ê Baydemîr hat berdan
12:09 Lîstikvanê navdar Munir Ozkul tê verêkirin
12:00 Ji ber li dijî yektîpiyê li ber xwe didin ceza li wan hat birîn
11:46 Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê jiyana xwe ji dest da
11:14 Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand
10:38 Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike
09:32 Rêxistinên Kedê: Ji bilî têkoşînê çare tune ye
09:32 Kemalbay ji HDP’iyan xwest ji bo demokrasiyeke xurt xwe amade bikin
09:27 Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand
09:26 ‘Divê herî zêde elewî li dijî zilma OHAL û KHK'ê derkevin’
09:10 Dîyanet re li pêş îstîsmarê vedike
09:10 Ozkan: Li Rojhilata Navîn dê daxwazen azadiyê derkevin pêş
09:09 Kurkçu: Ferzkirina yek tîpî doza tolhildanê ya şexsî ya Erdogan e
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:17 Baydemîr dê bi SEGBÎS'ê îfade bide
06/01/2018
19:25 Jin li dijî biryara Diyanetê meşiyan
18:51 3 jinên kurd ên siyasetmedar li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
16:58 Gardiyan û ulkuciyan girtiyê edlî derb kirin!
16:46 Xebatkarên TV10: Ji bo rejîma OHAL'ê rabe em li vir in
16:12 Li Kolana Hunerê teqîn pêk hat
16:11 Parazvanên mafên mirovan xwestin Dîlan Tanrikulu bê berhdan
16:11 Polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir
15:45 Mevlude Beşdaş sedî 86 astengdar e, di girtîgehê de ye
15:16 Xizmên Windayan li aqûbeta Çalik û Fîdan pirsîn
14:52 KESK: Em di 14'ê Çileyê de bêjin ‘Ne OHAL demokrasî’
14:51 Dayikên Şemiyê: Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?
14:49 Xizmên girtiyan: Em dê her dem li kolanan bin
14:18 Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin
14:12 Li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kirin
14:11 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
13:34 Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye
12:30 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em dê bi hêz beşdarî kongreyê bibin
11:55 Girtî: Piştî KHK'ya yek tîp zext zêde kirin
11:42 Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin
11:30 Li girtîgehê hêkên wî teqiyan, pirsa ji ku derê ye lê kirin, derzî lê dan û şandin
10:41 Koluman: Diyanet bi daxuyaniya xwe îstismara li dijî zarokan zêde dike
10:37 Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin
10:19 ‘Daxuyaniya Soylu wek bobelatê ye’
10:04 Tuksal: Di Qurana pîroz de tiştekî wiha tune
09:50 Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp: Em dê kolanan bi rêxistin bikin
09:17 ‘Huner çeka herî hêzdar e’
09:16 Li ser hestiyên perçekirî lihevhatina DNA’yê ne pêkan e
09:16 Bi qirş û qalên bi ava Dîcleyê tên tendûrên xwe sor dikin
09:15 Rojnamevanên penaber ên îranî: Wê berxwedan mezin bibe, êdê dê ne wek berê be
09:13 Jinan bertek nîşanî Diyanetê da: Destên xwe yên qirêjî ji ser zarokan bikişînin
09:12 4 cenazeyên wê ji Goristana Xerzanê hatin derxistin: Careke din bêhn li min çikiya
09:01 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2018'AN
05/01/2018
17:00 Girtiyek din jî yê qirîza dil derbas kir bi maşîneya rîngê rakirin nexweşxaneyê
16:42 Demîr, Uyar û Nayir li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:43 Serdozger serlêdana malbatan red kir
15:38 Baroya Amedê: Li pey soza xwe bisekinin
15:37 3 siyasetmedarên jin li Rihayê hatin bibîranîn
15:15 Amîrê polîsan ê di cenazeyê Tugluk de peywirdar: Ew ne êrîşkar in şêniyên gund in
14:28 Jinan derbarê Diyanetê de serlêdana sûc kirin
14:15 DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin
14:13 Hevrêya Sêvê Demîr: Nikaribûn vîna jina kurd bişkînin
14:04 Wekîla HDP'ê Uca: Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar lêkolîn bikin
13:45 KCD: Ji bo ronîkirina komkujiyan em têkoşînê xurtir bikin
12:55 Hêdî hêdî diherike lê di kurahiya wê ya heft qadî de bahoz hene
12:52 HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî
12:36 Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
12:35 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
12:29 Şaredar bi destê xwe nelirêtiya xwe belge kir
12:14 Li Colemêrgê 31 herêm qedexe kirin
11:40 Malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:33 Ji ber parvekirinên medya civakî gelek kes hatin binçavkirin
11:21 Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike
11:02 Nivîskar û helbestvan Fadil Ozturk hat binçavkirin
10:45 'Cezayê li Baluken birîn biryara dadgehên engîzîsyonê ya sedsala 21'emîn e'
10:19 ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'
10:01 Xebatên rê qet li Sûrê naqedin, gel bêzar bû
09:51 26 mehin cenaze nadin: Ji hestiyên me jî ditirsin
09:11 Akademîsyen Ozyetîş: Xemeke min a veşartina nasnameya zayendiyî tune ye