BEDLÎS – Lutfiye Orûç ku piştî têkoşîneke 20 salan cenazeyên du zarokên xwe û du xizmên xwe dîtin û wan li Goristana Xerzanê defin kirin, ji bo derxistina cenazeyan wiha got: “Careke din jî bêhn li min çikiya.”
Piştî li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatin derxistin û ew şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, careke din birîn û êşa malbatan zêde bû. Lutfiye Orûça 90 salî ku cenazeyên du zarok û du xizmên xwe yên çend sal berê miribûn dîtin û li Goristana Xerzanê ew definkirin, wiha bertek nîşanî derxistina cenazeyan da: “Careke din jî bêhn li min çikiya.”
JI HEMAN MALBATÊ 6 SIVÎL…
Di sala 1993’yan de li gundê Kêrs ê Exlatê ji malbata Orûçê 6 sivîl tên kuştin û cenazeyên wan davêjin qeraxa robarekî. Piştî gund tê valakirin û şewitandin ferdên malbata Orûç li bajarên Tirkiyeyê berbelav dibin. Lutfiye Orûça 90 salî beriya gund bê valakirin bi salekê hevjînê xwe winda dike û tevî 4 zarokên xwe li Bûrsayê bi cih dibe. Piştî bidawîbûna qedexeyê di salên 2000’î de Orûç careke din vedigere Exlatê.
3 ZAROKÊN WÊ MIRIN
Kurê Orûçê Ethem Orûç di sala 1989’an, keça wê Şadiye Orûç tevî 3 dotmam û pismamên xwe di sala 1990’î û kurê wê yê herî biçûk Sertîp Orûç jî di sala 1993’yan de tev li nav referên PKK’ê dibin. Ethem û Şadiye di sala 1993’yan de dimirin û Sertîp jî di sala 2008’an de. Lutfiye Orûç heta sala 2013’an jî cenazeyê zarokên xwe nedîtibû. Orûç ku got “Hema bila li cihekî li ber çavê min kêlikên wan hebin” tam 20 salan ji bo cenazeyên zarokên xwe bibîne têkoşiya. Lê belê hîn jî cenazeyê kurê xwe Sertîp ku tê gotin li Îranê miriye nedîtiye.
PIŞTÎ 20 SALAN ŞÛNDE HEMAN ÊŞ
Piştî di navbera salên 2013-2014’an de li Xerzanê goristan tê çêkirin, Orûç cenazeyê kurê xwe Ethem ku li Bedlîsê dîtibû û cenazeyê keça xwe Şadiyeyê û du dotmam û pismamên wê ku li gundekî Dihê ew dîtin tîne li goristanê defin dike. Orûça ku piraniya emrê wê bi zor û zehmetiyan û bi xizaniyê derbas bûye, niha gelek nexweşîn lê peyda bûne û bi zorê jiyana xwe îdame dike. Orûç, destnîşan kir ku her ku firsendê dibîne diçe gundê xwe yê ku di oxira wî de gelek êş û azar dîtin û wiha axivî: “Tişta ku ji bîr nakim, ew êşên li gund me kişandin. Her cara ku diçim gund, heman êşê dikêşim, lê dîsa jî diçimê. Heke neçim gund ez ê bifetisim.”
‘CAREKE DIN JÎ BÊHN LI MIN ÇIKIYA’
Dayik Orûç anî ziman ku êşeke din li êşên wê zêde bûye û wiha domand: “Êdî wek berê tişt nayên bîra min. Çawa çê dibe ku mirov evqasî êş û azaran bikişe û li ser piyan bimîne, heyret dimînim. Li wê goristanê ne gorên du zarokên min, a rast 4 gorên min hene. Dema keça min Şadiye çû, tevî 3 dotmam û pismamên xwe çû. Piştî çend salan şûnde me cenazeyê Şadiyeyê û du dotmam-pismamên wê li gundekî Dihêya Sêrtê dît û me ew anîn û li Goristana Xerzanê defin kirin. Her çar jî zarokên min in. Heta gor nehatin xerakirin jî ez diçûm ser wan û min bi wan re xeber dida û digiriyam. Niha ev jî tune ye. Dema berê jî gor hatin texrîbkirin, çûm wir û min dît kêlikên wan texrîb kirine. Min nû bihîst ku cenazeyan jî ji goran derdixin. Jixwe hemû jî di salên 90’î de jiyana xwe ji dest dane. Dema me cenazeyên zarokên xwe dîtin tenê hestiyên wan mabûn. Niha dipirsim; ji bo çi we ew hestî derxistin? Ez dayik im û li benda bersiva vê pirsê me. Niha dilê min ditengije, careke din jî bêhn li min çikiya. Tenê xwesteka min ew bû ku li cihekî li ber çavê min bûnan, lê vê yekê jî pir dîtin.”
Malbata Orûç, diyar kir ku ew ê serî li dozgeriyê û ÎHD’ê bidin.
MA / Nimet Olmez