ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’an a Şakranê girtiyê nexweş Hasîp Gun qirîza dil derbas kir û li şûna bi ambulansê rakin nexweşxaneyê bi maşîneya rîngê rakirin. Nivîskar Murat Saat jî berê niha bi heman rengî rakiribûn nexweşxaneyê û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dabû.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’an a Şakranê girtiyê nexweş Hasîp Gun (53) qirîza dil derbas kir. Li şûna Gun bi ambulansê rakin nexweşxaneyê bi maşîneya rîngê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîglî.
HILDAN BEŞA LEZGÎN
Hat zanîn ku Gun nexweşê dil e û wî rakirine beşa lezgîn û û dê roja 9’ê çile emeliyata vekirî ya dil bibe. Ev nêzî 25 sal e Gun di girtîgehê de ye û destûr nehat dayîn ku hevjîna wî wek refaqet bimîne.
NIVÎSKAR SAAT JÎ JIYANA XWE JI DEST DABÛ
Nivîskar Murat Saat ê girtî jî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Bandirmayê qirîza dil derbas kiribû û wî jî li şûna ambulansê bi maşîneya rîngê rakiribûn nexweşxaneyê. Bi rê de dilê Saat sekinîbû. Saat bi rojan di nexweşxaneyê de mabû û di 28’ê kanûna 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû.