AMED – Baroya Amedê di hefteya 108’emîn ji bo serokê xwe yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin çalakî li dar xist û bang li rayedaran kir û gotin: “Li pey sozê we daye bisekinin.”
Rêveber û endamên Baroya Amedê wek her hefteyê li ser piya bûn. Baro ji bo kujerên Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê ya Amedê hat kuştin derkevin holê û dosyeya lêpirsîna kuştina Elçî bi bandor bê meşandin di hefteya 108’an de li ber Edliya Amedê çalakî li dar xist.
Gelek parêzer, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêzeran cubeyên xwe lixwe kirin û pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hat hildan. Sekreterê Giştî yê Baroyê Mahsum Bati daxuyanî da.
'SOZA XWE BIGIRIN’
Bati bibîr xist ku ev 108 hefteye li ber Edliya Amedê li edaletê digerin û got: “Lê mixabin ev du sal derbas bû, dosyeya lêpirsîna Elçî wek roja ewil li şûna xwe disekine. Tu pêşketin çênebûye. Em carek din bang li rayedarên bajêr û yên giştî dikin û dibêjin; soza we daye bînin cih û li pey soza xwe bisekinin. Kuştina Tahîr Elçî ronî bikin. Hêzên tarî yên li pey kuştina Tahîr Elçî derxin holê û radestî darazê bikin. Heta em kujeran derbixin holê û hesab bê pirsîn em ê her roja înê li ber Edliya Amedê bin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.