ENQERE - 4'emîn danişîna doza kesên êrîşî cenazeyê Hatun Tugluk kirin hat dîtin. Amîrê TEM'ê Îlyas Talu ku di merasima cenaze de peywirdar bû ji gotina “êrîşktar" bêzar bû û got: "Ew ne êrîşkar in. Ew şêniyên gund in."
4'emîn doza kesên êrîşî cenazeyê dayika Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk Hatun Tugluk kirin û destûr nedan ku cenaze li Enqere bê definkirin li 2'emîn Dadgeha CezayêAsliye ya Golbaşi ya Enqereyê hat dîtin. Beriya danişîna dozê bê dîtin li pêş Edliyeya Golbaşi polîsên hêzên çevîk bi TOMA barîkat ava kirin. Rêveberên HDP’ê yên xwestin dozê bişopînin nexistin salona edliyê. Li ser îtîraza parêzeran tenê 2 endamên HDP’ê hilgirtin salona danişînê. Di danşînê de 19 bersûcên serbest tên darizandin û parêzerên wan û parezerên mexdûr amade bûn.
POLÎS SOYLU DEREWANDIBÛ
Di danişîna berê de polîs Cumalî Çigdem daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu derewandibû.
Bersûc Çigdem, di danişîna yekem de her tişt berfirehê vegot. Lê di vê danişînê de got "Min tiştek nedîtiye û nizanim"
Dema parêzerê mexdûr Kenan Maçoglu pirsa 'Di navbera goristanê û koma êrîş kirin de çiqas mesafe hebû" red kir û got "Ez vê pirsê red dikim.
ŞAHID DAXUYANIYÊN DEREW DAN
Parêzerê mexdûr Alişan Şahin jî diyar kir ku polîsê şahid Çigdem daxuyaniyên derew dane wiha got: "Bersûc berê agahiyên fireh dan. Lê niha red dike. Niha îfadeyên xwe diderewîne."
'MIN NEDÎT NIZANIM NEBIHÎST'
Amîrê Buroya Şaxa TEM'ê ya Golbaşi Îlyas Talu jî got: "Saet di 15.30'an de ez çûm. Di saetên pêş de kepçe hat û cihê gorê kola. Saet di 19:30'an de cenaze bi konvoyê hat. Em di nava goristanê de bûn. Me tedbîrên xwe girtin. Hewa tari bûbû. Kesekî min nas nekir got "Hûn kîne. Hûn çi dikin. Çima vî cenazeyî li vir defin dikin. Lê ez nizanim kîne. Me hêza xwe kişand hundir. Li derve dirûşmeyên ‘Şehit namirin welat perçe nabe" berz kirin. Koma ji 20-30 kesan pêk dihat. Piştre hêjmar derket 40-50 kesan.
'EW NE ÊRÎŞKAR IN EW WELATÎ NE'
Piştre Amîrê TEM'ê Îlyas Talu ku di merasima cenaze de peywirdar bû ji gotina “êrîşktar" bêzar bû û got: "Ew ne êrîşkar in. Ew şêniyên gund in.
LI POLÎSÊ ŞAHID GILÎ KIR
Parezerê mexdûr Kenan Maçoglu, diyarkir ku di îfadeya polîs Cumali Çigdem de nakoki hene û derew li heyeta dadgehê kiriye û gilî kir.
Heyeta dadgehê daxwaza gilî ya parêzer a der barê Cumali Çigdem de red kir.
Heyetê doz taloqî 2'ê Adara 2018'an kir.