AMED - Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîmen Alturk, diyar kir ku bi kuştina siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir xwestin vîna sekna jinên kurd bişkînin û got: “Lê bi ser neketin.”
Di 4’ê çileya 2016’an de di qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiya ya Şirnexê Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir dema dixwestin ji taxê biçin taxek din di encama gulebarankirinê de jiyana xwe ji dest dan. Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Çîmen Alturk a ku bi Sêvê Demîr re di girtîgehê de maye û bi hev re xebitîne bi gotina “Sekna jina azad bi vîn” Sêvê Demîr pênase kir û wiha behsa wê kir: “Sêvê rûken bû. Xwedî biryar bû. Di xwedî derketina têkoşînê de radîkal bû.”
‘TU DEMÊ DEST JI NASNAMEYA XW BERNEDA’
Altur da zanîn ku behskirina serpêhatiya Sêvê bi gotinan nayê ziman û got: “Bi darê zorê wan koçber kirine. Li ser axa ku hat dinê dûr jiyan kir. Ew zarokek malbata ji ser axa xwe koçber bûbû. Lê belê li gel hemû polîtîkayên pişaftinê jî çanda gelê kurd jîn dikir û dida jiyîn. Li gel ku zarokatiya xwe li metropolan derbas kir jî, wek jinek kurd her tim xwedî li nasnameya xwe ya siyasî, çand û zimanê derket. Kesayetek tu demê dev ji sekna xwe berneda û her tim vîna xwe diparast.”
Alturk got ku ew di sala 2009’an de bi Sêvê re li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî maye û got: “Hêz dida jinan. Piştgiriyek wê ya xûrt hebû û bi jinan re parve dikir. Bi sekna xwe jinek mînak bû.”
‘HETA KÊLIYA DAWÎ YA GREVÊ BI MORAL BÛ’
Alturk destnîşan kir ku Sêvê Demîr di sala 2012’an de di nav çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo mafê zimanê zikmakî û şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên başkirin hatibû destpêkirin 68 roj di greve de maye û wiha axivî: “Heta dawiya greve bi moralek û seknek xûrt didomand. Morale xwe qet winda nekir. Sêvê ewqas di grevê de bû tu kêlî moral û kenê xwe winda nekir. Her tim hêz dida me. Ji bo me çavkaniya hêz û motîvasyonê bû.” Alturk anî ziman ku piştî ji girtîgehê hatin berdan jî ew Sêvê bi hev re dixebitîn û got: “Hevrêbûna Sêvê rê nîşanî me dida. Rê û rêbazan ji me re hêsan dikir. Eşqa mirovan li xebatê zêde dikir. Gelek piştgiriyê dida min.”
'ÇANDA KURD JIYANÎ KIRIBÛ’
Alturk diyar kir ku Sêvê Demîr di dema xebatê de bandorê li ser civakê û hevalê xwe yên xebatê dikir û wiha dewam kir: “Çanda kurd di xwe de dabû qebûlkirin û jiyanî kiribû. Li her deverê vê bandorê li kesan dikir. Bi taybetî ziman û çandê kiribû tarzê jiyanê. Ev yek di xebata wê de jî xwe dida xuyakirin. Bi nirxandinên xwe her tim viya dida der. Ji aliyê civak û hevalên xwe gelek dihat hezkirin.”
‘BI COŞ Û MORAL ÇÛ BOTANÊ’
Alturk bal kişand ser çûna Sêvê Demîr a Botanê û wiha lê zêde kir: “Sêvê her tim dibû bersiva pirsa sekna jinek azad a bi vîn çawa çê dibe. Bi kelecanek û bextewariyekê çû herêma Botanê. Pir ji kesayeta berxwedêriya Botanê bi bandor dibû. Dizanibû ku biçe Botanê dê bibe moral û bandorê li ser xebatan bike. Digot ‘Hûnê bibînin dema ez biçim Botanê ka em ê çawa mohra xwe li çalakî û xebatên li wir bixin.’ Bi moralek xûrt berê xwe da Botanê. Baweriya me jî jê hebû. Bi rastî jî mohra xwe li dîrokê û xebatan da. Nedixwest ku xebat di nav avahiyan de tenê bimîne. Tax bi tax kolan bi kolan li gel jinan xebat dida meşandin. Dizanibû gel çi dixwazin û ji hest û daxwazên fêm dikir.”
‘BERXWEDANA KU SÊVÊYAN DERXIST HOLÊ’
Alturk, da zanîn ku bi îlan kirina qedexeyên derketina derve re, êrîş zêdetir bûn û wiha pê de çû: “Piştî qedexeyan dewletê êrîşên xwe yên faşîzane dijwartir kirin. Bi van êrîşan re Sêvê û hevalên xwe berxwedanek mezintir derxistin holê. Divê ev tenê bi nasnameya siyasî neyê bi dest girtin, mîna vîna jinê ya Tevgera Jinên Kurd DOKH’ê derxistî holê divê bê pênase kirin. Sêvê li kêleka gel şahidî ji pêvajoyê re kir. Ji bo gel ji wir xelas bike û biparêze kedek mezin da. Ji xwe ev keda wê jî li her derê tê dîtin. Vê yekê hîn zêdetir nasnameya jina kurd derxist holê.”
‘DIXWEST HEMÛ KES XWEDÎ PÊVAJOYÊ DERBIKEVIN’
Alturk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Berî Sêvê jiyan xwe ji dest bide, ji hevalên xwe re digot divê tim ligel gel bin. Bi talokeyên heyî re li ser hevalan êrîşîn pir dijwar hebûn. Ji xwe ev êrîş bi me re parve dikirin. Dixwest hemû kes xwedî pêvajoyê derbikevin ku komkujiyî neyên jiyîn. Sêvê heya dawiyê qada xwe terk nekir. Heya dawiyê li wir ma û bi gel re seknek xurt nîşanda. Heya roja dawiyê jî ji vê sekna xwe tawîz neda û ji bo gel biparêze xwe tim dikir senger.”
‘XWESTIN VÎNA JINA KURD BIŞKÎNIN, LÊ SER BI NEKETIN’
Alturk, destnîşan kir ku dewletê bi zanebûn Demîr û hevalên wê kuştin û wiha pê de çû: “Gelo dewlet di wê pêvajoyê de herî zêde êrîşî kê dikirin? Taybet dayîkek kurd bû û Sêvê jinek kurd bû. Fatma û Pakîze jî jinên kurd bûn. Bi qetilkirina wan xwestin vîna jinên kurd bişkînin, lê ser neketin.”
‘JI JINAN KESAYETEK BI MÎNAK BÛ’
Alturk, da xuya kirin ku Demîr li hemû qadên xebitiye şopa wê berdewam dike û wiha bilêv kir: “Li Cizîr û Şirnexê hevalên me yên dixebitin hemû behsa kesayeta wê ya pêşeng û rihê wê yê berxwedêr dikin. Ne tenê jin û zilam, zarok û ciwan jî behsa wê dikin û ji xwe re mînak digirin. Dewlet ji bo berxwedanê têk bibe, Demîr û hevalên wê qetilkirin.”
‘HER AXAFTINEKE WÊ PERWERDE BÛ’
Alturk, bal kişand ser heskirina rêhevaltî û nasnameya jina kurd a Demîr û wiha domand: “Em ê heya dawiyê têkoşîna wê bidomîn in. Her axaftineke wê, nirxandinek wê di asta perwerdê de bû. Pir bi rûken bû. Xwedî biryarek mezin û radîkal bû. Bi şewqa ronahiya çavên xwe gelek peyamên bi hêz didan derdora xwe. Hes ji rêhevaltiyê û nasnameya jina kurd pir dikir. Ji xwe ji bo vê bi rihê fedaî tevgeriya.”
‘NÊZÎKATIYA WÊ JI GEL RE MÎNAK BÛ’
Alturk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nêzîkatiyên Demîr ê ji gel re ji bo me mînak bûn. Kenê wê, nêrîna wê ya gerim, nêzîkatiya wê ya rêhevaltî, potensiyela wê ya hişt ku nasnameya jina kurd derbikeve holê û heya hevparbûna wê ya bi gel re, ji bo me mînak bû û her tim em ê wê ji bo xwe mînak bigirin. Li ser şopa wê û rêhevalên, em ê heya dawiyê bi moral, hêz û hewldanek mezin ji bo hin zêdetir nasnameya jina kurd derbikeve holê, têbikoşin.”
MA / Ayşe Guney - Devran Toptaş