BEDLÎS – Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy bi nûçeyên nelirêtiyê ji rojevê nakeve. Aksoy ji bo angaştên der barê xwe de vala derbixe bi rojnamegeran re civiya û wek delîl belgeyên têkildarî dosyeyek din parve kir. Lê belgeyên bûne mijara gotinê nelirêtiyek din derxist holê.
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bîtlîs Gerçekê Sînan Aygul bi boneya nelirêtiyên şaredariya Tetwana Bedlîsê kir nûçe, ji aliyê Alîkarê Şaredarê Tetwanê Abdulbakî Menteş ve gefên kuştinê lê hatin xwarin. Piştî van nûçeyên nelirêtiyê, Serokşaredarê Tetwanê Fettah Aksoy ji bo van angaştên li ser xwe pûç bike, bi hin rojnamegeran re civîn li dar xist.
Civîn li avahiya şaredariyê pêk hat. Şaredar Aksoy diyar kir ku nûçeyên nelirêtiyê hatin weşandin û belgeyên hatin pêşkêşkirin derewin û belgeyek biryara kevn a dadgehê ku tu eleqeya wê bi nelirêtiya lêpirsîn hatiye destpêkirin re tune nîşanî rojnamegeran da. Hat îdiakirin ku Aksyo bi vê biryara dadgehê lêpirsîna der barê xwe de xwe parastiye.
BIRYAREK DIN A DADGEHÊ BI ROJNAMEGERAN RE PARVE KIR
Aksoy îdia kir ku rapora mufetîş a bi dîroka 23’ê tebaxa 2017’an ku di nav nûçeya nelirêtiyê ya hat weşandin de cih girtiye aîdî sala 2011’an e û bi nîşandana belgeyek biryara “neşopandinê” ya lêpirsînek din xwest xwe biparêze.
BIRYARA NEŞOPANDINÊ NELIRÊTIYEK DIN DERXIST HOLÊ
Belgeya Aksoy dixwest xwe pê xelas bike ku bi rojnamegeran re parve kir vê belgeyê nelirêtiyek din derxist holê. Nelirêtiya derket holê jî têkildarî projeya îhaleya “Karê Peyzaj û Parka Perava Etaba 1’emîn a Tetwanê” ye.
Aksoy ê ku berê niha têkildarî vê projeye daxuyanî dabû û parastibû ku têkildarî îhaleyê pirsgirêkek tune û ji bo îhaleyê 10 fîrmayan vexwendine. Lê rastiya têkildarî îhaleyê bi parvekirina belgeya firmaya îhale girtiye cih digire.
Ji bo lêpirsîna der barê wan de bê betalkirin û rawestandin rêveberiya Şaredariya Tetwanê serî li Şûraya Dewletê da.
MA / Nîmet Olmez