ÎZMÎR – Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk serê sibê di serdegirtina mala xwe de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin.
Polîsan li Îzmîrê serê sibê bi ser mala nivîskarê Arti Gerçek û helbestvan Fadil Ozturk de girt. Di serdegirtina malê de Ozturk hat binçavkirin. Ozturk bi îdiaya di nivîsên xwe de “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Polîsan dest danî ser hard disk, têlefon, compîtor û arşîva fîlman ên Ozturk.
Ozturk biri Şaxa TEM’ê ya Mirduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat zanîn ku dê Ozturk heta roja sêşemê dernexin edliyê.