AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag 16 sal û 8 meh cezayê li Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken birîn bi guhertina rewşa siyasî ve girêda û ev tişt got: "Ev biryar biryara dadgehên engîzîsyonê yên sedsala 21'emîn e."
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr 16 sal û 8 meh cezayê li Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îdrîs Baluken hat birîn nirxand û pêvajo şiband dadgehên engîzîsyonên ên serdema navîn.
‘DESTHILATDARIYA SIYASÎ EV BIRYAR XWEST’
Yalçindag da zanîn ku Baluken Serokwekîlê Koma HDP'ê, siyasetmedar û parlamenter e, axaftinên ku kirine di nava vê demê de axivî ye û ev tişt anî ziman: "Biryara der barê Baluken de qetilkirina hiqûqê ye. 14 mehan darizandinê dewam kir, di aliyê Baluken de rewşek erênî bi pêş neket, bi tevahî axaftinên ku kirine, li gorî madeya 83/1 a makeqanûnê kiriye û axaftinên wî di çarçoveya qanûnê de ne. Ji ber wê divê li gorî madeya 83/1'an divê dosyaya wî bihata xistin. Lê ji ber nasnameya wî ya polîtîk û wekîlê partiyeke muxalîf e, dîsa ji ber ku di pêvajoya aştiyê de di heyeta Îmraliyê de aktîf cih girt, biryara hatiye dayîn, ne hiqûqî siyasî ye. Ji ber ku desthilatdariya siyasî ev biryar xwesti ceza dan wî."
‘EV HIQÛQA DIJMIN E’
Yalçindag destnîşan kir ku ceza nedane Baluken, dane nasnameya wî ya kurdî û wiha axivî: "Bi vê biryarê re siyaseta li ser navê kurdan tê kirin, daxwaza aştî û demokrasiyê ceza kirine. Ev biryar bi hişmendiya dadgehên engîzîsyanonê yên sedsala navîn hatiye dayîn û di sedsala 21'emîn de dane siyasetmedarên kurd. Tu aliyê wê yê hiqûqî tune. Bi hişmendiya hiqûqa dijminahiyê nêzî kurdan dibin û bi vî cezayî vê yekê diyar dikin. Çawa di salên 90'î de wekîlên Partiya Demokrasiyê (DEP) ceza kirin, çawa di sala 2009'an de di bin navê operasyonên KCK'ê de hemû siyasetmedarên kurd avêtin girtîgehê, tişta di 4'ê Mijdarê de li dijî wekîlên HDP'ê pêk hatiye jî heman tişt e."
‘DOZ JI BO ME NEQEDIYA’
Yalçindag da zanîn ku ew li bendê ne ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê biryarê de biryara îhlalê bide û wiha pê de çû: "Dê di rojên pêş de DMME der barê dosyayên wekîlên girtî de biryarê bide. Em ê vê biryarê bibînin ka girtina wekîlan çiqasî keyfî, li dijî qanûnê û biryareke siyasî ye. Lê ji bo me ev doz neqediya ye. Bi vê biryarê re sûcekî makeqanûnî hatiye kirin."
Yalçindag anî ziman ku ji ber axaftinên Baluken ên di salên 2011, 2012, 2015 û 2016’an, 16 sal û 8 ceza lê hatiye birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Miwekîlê me di vê demê de Serokwekîlê Koma HDP'ê û endamê heyeta Îmraliyê ye. Dadgeh ji bo ceza bide, di nava hewldanek mezin de bû. Baluken di Sibata 2016'an de axaftinên wekî 'mekanîka derbeyê', 'hiqûqa derbeyê' û 'we li ser vî gelî de bombe barand' kiribûn. Derbekarên li dijî gel sûc kirin û ji ber ku 5 meh berî derbeya 15'ê Tîrmehê ji wan re got 'derbekar' ceza li wî hat birîn û îro di girtîgehê de ye. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê vê bizanibin."
BI HEMÛ QEDEMEYÊN DEWLETÊ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Cezayê li Baluken birîn, heta niha cezayê herî zêde li wekîlên HDP'ê hatiye birîn e. Di pêvajoya çareseriyê ya 2 salan de, Baluken ji bo aştî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd, gelek caran çû Îmrali û Qendîlê. Di wê serdemê de gelek hevdîtin bi serokwezîr, wezîrê karê hundur, wezîrê edaletê, alîkarên serokwezîr û musteşarê MÎT'ê re pêk anî. Herî dawî bi rayedarên dewletê re ji bo Mutabaqata Dolmabahçeyê hatin gel hev. Lê Baluken duh bi sûcdariya "endamê rêxistina çekdarî" ew careke din avêtin girtîghê.