DERSIM – Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat, destnîşan kir ku wê bi sepandina kincên yek tîpî girtîgeh veguherin distên ku dikelin.
Berhema 12’ê Îlonê sepandina kincên yek tîpî wê dîsa li girtîgehan bê ferzkirin. Piştî ev sepandin bi biryarnameya jimare 696’an ket dewrê, li hemberî wê bertek jî xwe dan der. Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat jî bertek nîşanî vê sepandinê da.
Polat, di sala 1980’yî de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Polat li Girtîgeha Leşkerî ya Jimare 2’yan a Xarpêtê bû şahide sepandina kincên yek tîpî. Polat sepandina kincên yek tîpî ya salên 80’yî vegot û ya ku niha tê xwestin dîsa têkeve dewrê nirxand.
‘HER ROJ EM DIHATIN ÎŞKENCEKIRIN, LÊ DÎSA JÎ ME LI XWE NEKIRIN’
Polat, got ku sepandina kincên yek tîpî berhema 12’ê Îlonê ye û wiha domand: “Li girtîgeha em lê bûn, me kincên yek tîpî li xwe nekirin. Li girtîgehên din jî piraniya girtiyan li xwe nekir. Ji ber me li xwe nekir, her roj em diharin îşkencekirin. Lê belê dîsa jî me li ber xwe dida û li xwe nedikir. Wê demê girtiyan li hemberî sepandina kincên yek tîpî pir li ber xwe dan. Ev berxwedan dirêj ajot.”
Polat, bi bîr xist ku li girtîgehan li hemberî berwxedana girtiyan îşkence, zext û zorî û muameleyên kirêt zêde bûne û wiah axivî: “Ev bû sedema dirêjkirina dadgehan jî. Hin dadgeha 5-10 salan ajotin. Ev veguherîn rewşeke sistematîk. Gelek sepandinên kirêt ketin dewrê. Lê belê ya herî xerab a kincên yek tîpî bû. Çimkî vê sepandinê dixwestin girtiyan bê îtibar bikini vîna wan teslîm bigirin, çok bi wan bidin şikandin.”
‘WÊ GIRTÎGEH VEGUHERIN DISTÊN KU DIKELIN’
Polat, bi bîr xist ku niha Erdogan ji bo kincên yek tîpî mînaka Gûanatanamoyê dide û wiha got: “Mînakeke xerab e. Sepandinên der mirovî tên kirin. Mînaka xerab, ne mînak e. Heke ev mînak li Tirkiyeyê bê sepandin wê bibe sedema binpêkirinên mafan ên cidî. Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin. Ji bo tiştên di dema 12’ê Îlonê de xwe dan der dubare nebin, divê her kes bertek nîşanî vê sepandina kincên yek tîpî bide.”
Polat, got ku niha AKP berdewama 12’ê Îlonê ye û çawa kirinên kirêt ên 12’ê Îlonê hatine nivîsandin, wê yên AKP’ê jî bên nivîsandin. Polat destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê zêdekirina polîtîkayên çewisandinê pêk nayê. Polat ev tişt gotin: “Sepandiên bi vî rengî ne pirsgirêkan çareser dike, ne jî aramiyê peyda dike. Tirkiye bi pêşxistina maf û azadiyan dikare pirsgirêkan çareser bike. Çewisandinên li ser girtiyan ne bi kêrî AKP ne jî bi kêrî Tirkiyeyê tên, bereksê wê bi wan dide windakirin.”