ISPARTA – 34 sal û 9 meh cezayê dadgehê yê ku li 6 xwendekaran hatibû birîn, hat erêkirin. Dadgehê di biryara xwe de got ku "Kesên hev du nas nakin hevpeyvîn dane, li ser banga di çalakiyan de hatine gel hev û ev ne li gorî rêveçûna jiyanê ye."
Xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel (SDU) û Zanîngeha Pamukkaleyê (PAU) ên bi navê Merve Nur Îşleyîcî, Ceylan Bozkurt, Fatma Erez, Ozgur Sema Şîmşek, Dîdar Boza û Necla Unay, di 5'ê Gulana 2016'an de hatibûn girtin û bi giştî ji bo wan 34 sal û 9 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin. Dadgeha Ceza ya Dadgeha Adliyeya Herêmê ya Antalyayê ya Yekemin cezayê xwenekaran erê kir. Dadgehê sedema birîna ceza jî agahiyên dageha herêmî dane têrker dît û ceza erê kir.
Dadgeha ku biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Ispartayê têrker dît, Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin jî wekî "Baskê Jinan" a KCK'ê pênase kir. Dadgehê ji bo xwendekaran ev tişt got: "Li gorî agahiyên ku me xwe gihandiyê KJA/KJK yek jî aparta girêdayî PKK/KCK'ê ye û agahiyên di vê der barê de hatine komkirin, hemû tiştî piştrast dike... Bersûcên ku di baskên jinan ên PKK/KCK'ê de cih digirin, li Ispartayê xebat meşandine û meclisên jinên ciwan ava kirine."
TEVLIBÛNA DAXUYANIYAN SÛC E
Dadgehê tevlibûna xwendekaran û vekirina pankartên li ber avahiya HDP'ê jî sûc hesiband û ev tişt got: "Çalakiyên li ser banga rêxistinê pêk hatine, tev lê bûne û bi rê ve birine. Bersûc bi vî rengî fermanên rêxistinê anîne cih, beyî ku bifikirin ku PKK/KCK rêxistineke terorê ya çekdar e, bê teredut tev li çalakiyan bûne û di çalakiyan de ev bi zelalî hatiye dîtin." Dadgeh bi van sûcdarkirinan jî têr nebû, tevlibûna daxuyaniyan wekî hewldaneke derveyê jiyanê pênase kir û hevpeyvînên ku bi wan re hatine kirin û gelek tiştên bêbingeh wekî sûc hesiband.
'BIRYAR SIYASÎ YE'
Dayika Dîdar Boza ya girtî Nazli Boza, diyar kir ku biryara dadgehê siyasî ye û ev tişt got: "Ji ber ku keça min û hevalên xwe fikrên xwe anîne ziman ceza li wan birîn. Bi vî cezayî pêşî li daxwazên aştiyê girtin."
Dayika gaziya Pirsûsê Merve Nur Îşleyîcî Nesrîn Îşleyîcî jî ev tişt anîn ziman: "Kesên li Pirsûsê şahidî kirin û her kesê ew pêvajo derbas kirin, avêtin girtîgehê. Dewlet dixwaze bi van pêkanînan civakê bitevizîne. Hemû delîlên di dosyayan de bêbingeh in. Biryara dadgeha Îstînafê erê kirin jî xelet e."
‘DIBE KU HER KESÎ BAVÊJIN HUNDUR’
Parêzer Erkan Metîn jî diyar kir ku ew ê biryarê bibin temîzê û wiha domand: "Îstînafê biryara xwe nû teblîx kir û pêvajo gelekî giranî bi rê ve çû. Dadgehên li dosyayan mêze kirin, bi baldarî li dosyayan mêze nekirin. Ev biryareke li dijî qanûnan e. Bi van biryaran re azadiya remanê sînor dikin. Dibe ku bi van biryaran her kesî bavêjin hundur, ev pêkan e."
MA / Rûken Demîr