NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn, bal kişand ser serhildanên li Rojhilat û diyar kir ku dê Îran bi destê jinan bê guhertin.
Li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel her ku diçin zêde dibin. Nêzî 10 rojan e gel derketiye kolanan û daxwazên xwe tînin ziman. Der barê armanc û sedema gelên ku daketine kolanan Nivîskara Rojnameya Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn nirxandinên girîng kirin. Nivîsa nivîskara Ozgur Polîtikayê Gelawej Ewrîn a di duh di rojnameyê de hat weşandin wiha ye:
ÎRAN WÊ BI DESTÊ JINAN BÊ GUHERTIN
Rojên dawî yên sala 2017´an û destpêka sala 2018´an ji bo gelên Rojhilata Navîn dîsa bû serdema têkoşîn û berxwedana li dijî zilmê û desthilatdariyê. Gelek kes hewl didin serhildanên dawî hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Îran û Rojhilat tenê bi hinek daxwazên ji bo meaş û debarê ve bidin girêdan. Bi vî awayî daxwaza rastî ya gelan di bin siyê de bihêlin. Daxwaza gelan demokrasî û jiyana azad e. Jixwe, ji nivîsên li ser pankartan û bi taybetî dirûşmên ku tên gotin jî ev yek diyar dibe. Gel, êdî rejîmên dîkta li ser serê xwe naxwazin.
Li Îranê têkoşîn û rêûresma berxwedanê di her dehê salan de hebûye. Rejîmeke wek komara Îslamî ya niha bi zora darvekirin, êşkence û girtinan kariye heta vê rojê bê, û temenê xwe dirêj bike. Yên îro li kolanên Îran û Rojhilat li dijî rejîmê disekinin, ew kes in ku şoreşa 1979´an bi keda wan û xwîna wan pêk hat. Komekê ji melayan kirasê Îslamê li xwe kir û bi hestên gel leyîst, şoreş xist bin destê xwe. Hêzên emperyalîst wê demê wer hesibandin ku ew ê vê şoreşê bixin bin kontrola xwe. Ji bo wê jî di destpêkê de bi Xumeynî re bûne yek. Aqil danê û heta dawî jî bi balafireke taybet ew ji Parîsê anîn Tehranê. Lê çawa Xumeynî gihişte balafirxaneya Tehranê, êdî rêka xwe ji ya wan cuda kir. Rabû û rûnişt, behsa dijberiya bi emperyalîzmê re kir. Ji bo rûyê şah kirêt bike, neçar bû vê yekê bike, wekî din nedikarî li pêşberî gel bibêje ku bi wan hêzan re tevdigere. Yan jî hêzên derve destek dane wî. Gelên Îranê, wê demê êşa vê rastiya ku her hêzek dixwaze wan bi kar bîne, baş tamijand. Ji bo wê jî soz dan ku careke din pişta xwe bi ti hêzê çi derve û çi jî hundir ku tenê berjewendiyên xwe esas digirin, girênedin.
Îro serdemeke nû ye ji bo gelên Îranê. Gelek hêzên qaşo reformîst ji dema Xatemî heta ya Rûhanî ji bo werin ser desthilatdariyê, sozên bê bingeh dane gel. Yan jî hêza wan têrê nekir û têkoşîneke bi hêz nekirin li beramberî pergala Wilayetê Feqîh a ku xwe wek siya xwedê li ser erdê dibîne. Tevgerên kesk ên xwe wek reformxwaz bi nav kirin, gel daxistin qadan, lê mixabin xwedî li gel derneketin. Di salên 2000´î de heta roja îro ji ber van siyasetên lîberal û muhafezekar gel bû qurban. Di bin piyên zilmê de gel hat tepisandin. Kesên wek Mihemed Xatemî (Serokkomarê berê yê Îranê, beriya Ehmedînijad), û Serokkomarê niha Hesen Rûhanî bi hestên gel lîstin û hîna bi wan dilîzin. Hêza çareseriyê di xwe de nedîtin û xwe bi paş ve dan û gel li naverestê hiştin. Ji xwe re, li darvekirin û kuştinan temaşe kirin, ji ber ku ji xwe tirsiyan ji hêza Sipah û dewleta kûr a Elî Ekber Xamineyî tirsiyan. Berê xwe ji gel zivirandin, sozên dabûn ji bîr kirin. Gel hiştin li sifreya guran. Ji xwe re li darvekirin û kuştinan temaşe kirin. Hêzên derve jî dixwazin daxwazên gel li gor berjewendiyên xwe kanalîze bikin. Êdî pişta xwe nadin hêzên derve jî ku ya rast jî ev e. Ji ber ku di serdemên gel ji bo mafê xwe rabûyî ser piyan de, hêzên derve mijar tenê di pirsgirêkên aborî de dîtin û bi lihevkirina bi rejîma Îranê re hewl dan çareseriya li gor xwe deynin holê.
Di van serhildanên dawî de jinên Îranê pêşengiyê dikin. Li Îranê her tim jinan pêşengiya şoreşan kirine. Jinan bi hêza xwe ya cewherî xwe spartiye rêûresma dîroka xwe ya têkoşînê û serî rakirine. Ji bo wê jî ne çareseriyeke Trumpî dixwazin ne jî êdî bi sozên derewîn ên Xatemî û Rûhanî dixapin. Daxistina daxwazên jinên Îranê bi astek ji rêzê jî ne rast e. Jin li Îranê têkoşîna mane û nemanê kir û hîna jî dikin. Ji bo wê, bêguman têkoşîna jiyanê pêwîstî bi şoreşeke radîkal heye. Wek ku hêzên derve li Erebîstana Siûdî kirin û hinek reformên bi kêfa dilê xwe kirin, jinên Îranê bi van reforman jî naxapin. Tevgerên çep û kesên xwe wek reformîst bi nav dikin, divê li gorî rastiya şoreşa radîkal a demokrasiyê tev bigerin. Di her şoreşê de şoreşa herî radîkal şoreşa jinê ye. Îran wê bi destê jinan guhertinên mezin di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk de çêke.