Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe

img

STENBOL – Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, li Ewropayê dê di 7’ê Sibatê de meşek bê lidarxistin. Meş dê ji Luxemburgê heta Strasbourgê bidome. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mahmût Şakar destnîşan kir ku ew ê di warê muwekîlên xwe de helwesteke ku demokrasiya Ewropayê bi awayekî cidî lêpirsîn bike nîşan bidin. 

Wê çalakiyên di der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de di sala 2018’an de jî berdewam bin. Wê çalaki tevî Tirkiyeyê, li gelek welatên cîhanê bên lidarxistin. Her wiha , wê li Ewropayê di 7’ê Sibatê de meşek bê lidarxistin û wê meş ji Luxemburgê heta Strasbourgê bidome. Yek ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar çalakiyên ku ji bo Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin nirxandin. Şakar bi lêv kir ku çalakiyên ku civaka kurd li Ewropayê li dar dixe, hemû ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ne. Şakar dest nîşan kir ku li Ewropayê ji bo Ocalan kevneşopiyeke çalakiyan heye. 
 
Şakar, di vê çarçoveyê de greva birçîbûnê ya di 1’ê Adara 2012’an de dest pê kir û 52 rojan domand bi bîr xist û balê kişand ser Çalakiyên Nobetê yên ji 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kirin û heta niha didomin. Tam li hemberî avahiya Konseya Ewropayê, li cihekî nêzî CPT û DMME’yê, her roj ji aliyê komeke ku hejmara wê herî kêm 5 kes in bi zimanên cuda danezan û broşur tên belavkirin.
 
Şakar, got ku bi vê çalakiya li Strasburgê, tenê ne bi gelê herêmê û siyasetmedaran, ew sîyasetmedar û raêzvanên mafên mirovan ên ji gelek deverên Ewropayê tên jî agahdar dikin.
 
Şakar, bi lêv kir ku Otobêsa Pirtûkxaneya Ocalan jî di 9’ê Cotmeha 2017’an de ji Strasburgê ket rê û li gelek bajarên Swêd, Hollanda, Awistirya, Danîmarka, Swîsre, Fransa û Almanyayê geriyaye û bi vî awayî hewl daye hesasiyetê bide der. 
 
‘OCALAN DI ROJEVA KONSEYA EWROPA Û CPT’YÊ DE YE’ 
 
Şakar, got ku pîvandina hêza van hewldanan ne pêkan e û ev tişt gotin: “Beriya her tiştî civak û derdora siyasî ya Ewropayê tim bi rewş û dîlgirtina Birêz Ocalan re rû bir û maye. Ji 99’an ve tevî hemû hewldanên dewletan jî kurdan Birêz Ocalan tim di rojeva xwe de zînde kiriye û tim bi awayekî rêkûpêk agahiyên rojane bi raya giştî re parve dike. Her wiha siyaseta Ewropayê, kêm be jî di vî warî de hin daxuyanî dane û ya herî girîng jî ew e ku, herî zêde çalakî li strasburgê hatine lidarxistin. Ev der navenda Konseya Ewropa, CPT û DMME’yê ye. Jixwe çalakî jî li qada ku her sê sazî lê ne tên lidarxistin. Yekane saziya cidî ya ku Tirkiye endamê wê ye Konseya Ewropayê ye. Ger Birêz Ocalan tim di rojeva Konseya Ewropa û CPT’yê de mabe, wisa difikirim ku bandora van çalakiyan zêde li ser vê rewşê heye.”
 
‘HESASIYET ZÊDE BÛ’ 
 
Çend meh berê li ser medyaya civakî di hin parvekirinan de hatibû derpêşkirin ku Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Şakar, ev parvekirin jî nirxandin û destnîşan kir ku ev rewş hesasiyeta kurdên li Ewropayê zêdetir kiriye û piştî bûyer li ser medyaya civakî belav bûye, li gelek bajarên cuda mirov jixweber daketine kuçeyan û çalakî lidarxistine. Şakar ev tişt gotin: “Pişt re li Strasburgê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û di vê çalakiyê de griseyeke mezin derket holê. Her wiha di dema vê çalakiyê de bi rayedarên CPT û Konseya Ewropayê re hevdîtin hatin çêkirin.” Şakar destnîşan kir ku ew wisa difikire ku wê ev çalakî di sala nû de jî berdewam bin. 
 
Şakar, bi lêv kir ku demeke dirêj e wan der barê tecrîda li ser Ocalan de bi CPT’yê re pêwendiyê daniye û bi awayekî rêkûpêk agahî tên ragihandin, rapor tên berpêşkirin û hevdîtin tên çêkirin.  Şakar diyar kir ku der barê tecrîdê de herî dawî civaka kurd, nûnerên saziyên li Ewropayê, saziyên sivîl û siyasî yên Tirkiyeyê, hin komên navnetewî bi CPT’yê re hevdîtin çê kirin. Şakar ev tişt gotin: “Dikarim bêjim ku herî zêde di vî du mehên dawî de bi CPT’yê re hevdîtin hatine çêkirin. Her wiha di dema çalakiyê de gel her roj di demên diyarkirî de heta CPT’yê meşiyaya û li ber avahiyê mîtîngên demkurt li dar xistine. Di vî warî de gel zaf hesas e û bertekên xwe nîşanî CPT’yê dide. Heta carekê  hindik mabû welatiyekî ji Rojavayê li ber CPT’yê xwe bişewitîne, lê welatiyan nehişt.” 
 
 ‘CPT Û DMME XWE LI NEBIHÎSTINÊ DATÎNIN’ 
 
Şakar wiha domand: “Helwesta heyî ya CPT’yê, ji ya berê pir cuda ye û êdî veguheriye rewşeke ku mirov şaş dimîne. Wek DMME’yê, di serdemeke ku herî zêde peyman tê binpêkirin de xwe li nebihîstinê datîne. Ya girîng jî ew e ku tu dibê qey ev sazî bi van tewrên xwe dixwazin xwe derî vî tiştî bihêlin.” Şakar diyar kir ku helwesta CPT û ya DMME’yê ya der barê îşkence û tecrîda li ser Ocalan de, wek pasdayîna bi huqûqa hundurîn a tirk re dikare bê ravekirin û wekî din tu îzahiyateke vê tune ye.
 
‘BIRÊZ CPT HEKE TU SAX BÎ DENG BIDE’ 
 
Şakar, destnîşan kir ku divê hîn bêtir bi CPT û DMME’yê re pêwendî bê danîn û di vî warî de çalakiyên demokratîk bên lidarxistin. Şakar wiha domand: “Yanî divê em zanibin ka sax in an mirî ne. Heke sax bin, ne zehmet be wê deng bidin! Heta pozîsyona xwe ya rasteqîne ji gelê me re nebêjin, divê em dev ji van saziyan bernedin. Divê em tewrekî ku di şexsê Konseya Ewropa, CPT û DMME’yê de bi awayekî cidî demokrasiya Ewropayê lêpirsîn dike nîşan bidin. Ev yek jî ne bi gotinên xemilandî, em ê di rol û risteke pratîkî de fêm bikin.” 
 
Şakar, bi lêv kir ku divê ew bêdengî û durûtiya Ewropayê ya li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê bê redkirin û di vî warî de heta bi awayekî cidî Eropa neye rexnekirin, tu qîmeta rexnekirina Tirkiyeyê tune ye. 
 
WÊ ÇALAKÎ BERDEWAM BIN 
 
Li gor agahiyên ku Şakar dan wê di 7’ê Sibatê de ji Luxemburgê heta Strasburgê meşek bê lidarxistin. Wê meş di 17’ê Sibatê de li Strasburgê bid awî bibe û wê div ê rojê de ji bo protestokirina komploya navnetewî meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Piştî vê meş û mîtîngê wê li bajarên gelek welatan çalakî berdewam bin.
 

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê