Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin

  • jin
  • 09:05 5 Çile 2018
  • |
img

MEREŞ- Baskê Jinan a Şaxa Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Narliyê, bi qursên dan destpêkirin hem alîkariya komeleyê û cemxaneyan dike, hem jî çanda elewiyan zînde dike. 

Baskê Jinan a Şaxa Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Taxa Narliyê ya Pazarcixa Mereşê, bi destpêkirina qursên dirûtinê, baxleme, gitar û semahê hem çanda elewîtiyê vediguhêzîne nifşên nû, hem jî ji bo jinan bûye warê hêviyê. Jin li qursa dirûtinê li ser makîneyên dirûtinê ne û ruyê wan her li ken e. Seroka Baskên Jinan a Komeleyê Fîlîz Yornûk, balê kişand ser xebat û keda jinan û destnîşan kir ku jinên bi piştevaniyî tev digerin hem piştevaniya komeleyê û cemxaneyan dikin, hem jî çanda elewîtiyê zînde dikin. 
 
HILDIBERÎNIN 
 
Dayika 2 zarokan Yornûk (38), diyar kir ku li van qursan ew jin rojên xweş derbas dikirin û li gel vê jî bi piştevaniyî tev digerin. Yornûk got ku beriya her tiştî hilberîna bi hevdu re hesteke zaf xweş e û ew bi hilberandinê dixwazin piştevaniya komeleyê û cemxaneyê bikin. Yornûk bi lêv kir ku bi taybetî jî wê bi qursa dirûtinê jin di pêşerojê de karibin bi xwe kargehê xwe vebikin û xwe bi xwe debara xwe bikin. Yornûk got ku kesên tên qursê piranî xebatkarên wan ên baskên jinan e. Yornûk diyar kir ku piraniya jinên tên qursê zewicandî ne û ew li qursê hem sohbetan dikin, hem jî hildiberînin. 
 
‘EM HEWL DIDIN ELEWÎTIYÊ ZÎNDE BIKIN’ 
 
Her wiha Yornûk destnîşan kir ku ew bi van qursan hewl didin çand û kelepora elewîtiyê jî zînde bikin û wiha domand: “Her wiha li cemxaneya me qursên semah û tembûrê jî hene. Li gel vana qursên me yên gîtarê, îngîlîzî û matematîkê jî hene. Yanî em fikirîn ku dê çawa bi kêrî ciwanên me û jinên me bên û me ev qurs vekirin. Me ew nirxa ku civak dide jinan anî ber çavan û ev qurs vekirin. Di civaka me elewiyan de jin azad in. Di vî warî de jinên me rihet in. Em ê berên ku me ji bo piştevaniya cemxaneyê hilberandine, di Gulanê de di kermeseê de bifiroşin. Yornûk got ku bi van xebatan ew çanda elewîtiyê empozeyî ciwan û jinên xwe dikin û bi hev re elewîtiyê hîn dibin. Her wiha Yornûk got ku ew carinan der barê îstismarkirina zarokan û şideta li ser jinê de panelan çê dikin.
 
 
Dayika 2 zarokan Hatîce Doleka 43 salî jî ku tê qursa dirûtinê, qursan wek “çalakiyeke civakiyî” nirxand. Dolek got ku heta ew li malê rûnên, bi çalakiyeke civakiyî ya wisa ew jin tên gel hev û ev yek wan kêfxweş dike. Dayika 4 zarokan Elîf Vûrala 54 salî jî tê qursa dirûtinê. Vûral bi lêv kir ku ji bo ew piştevaniya komeleyê û cemxaneyê bikin ew tiştan çê dikin. Vûral got ku ev vê yekê pêşniyarî her kesî dikin û dema ew jin bi hev re bin wê tim hêzdar bin.
 

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê