Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin

img

COLEMÊRG – Aşê ku li gundê Biyadir ê Çelê qirneke xizmeta gelê herêmê dike. Havînan li vî aşî zad û zivistanan jî tehîna navdar a Çelê tê hêrandin. 

Malbata Kaynak, li gundê Biyadir ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê tehîna navdar a Çelê çê dike. Hevjînên hev Abdullah û Remziye Kaynak li aşê ku wek mîrate ji wan re maye, tehînê çê dikin û eleqeyeke zêde ji bo vê tehînê heye. Malbata ji ber valakirina gundan a salên 1990’î demek dirêj aş nexebitandin. Lê belê malbata ku piştî demekê dîsa vegeriya gund, ji nû ve aş xebitandin. Li vî aşê tê xebitîn zadê gundên derdorê tê hêrandin. Ji Kanûnê heta meha Hezîranê jî li vî aşî tehîn tê çêkirin. 
 
KAR Û BAREKÎ ZEHMET
 
Ji gundiyan Mustafa Akdemîr destnîşan kir ku ew pêşî kunciyan dineqînin ku ev karekî zor û zehmet e û wiha domand: “Ewil em kunciyan ji zeviyan tînin û hişk dikin. Piştî ziwa dibin em dadiweşînin û kunciyan berhev dikin. Daweşandin xelas dibe şevekê di şorikê de dihêlin, heta ku qalikên wan jê dibin. Herî dawî jî em kunciyan dixin kîsan û di avê de dişon heta arî dibin.” 
 
Akdemîr, da zanîn ku piştî vî karî kunciyan diqelînin û ji bo tihînê dibin aşê. Akdemîr, got ku piştî moxilkirinê ew kunciyan berdidin aş û tehînê çê dikin. 
 
‘DEMA KUNCÎ BI QALÎTE BE TIHÎN JÎ BI QALÎTE YE’ 
 
Fehmî Hemetoglu jî diyar kir ku piştî ew vegeriyan gundê xwe qîmeta gundê xwe nû fêm kirin û ji ber avhewaya herêma wan a ku dişibe avhewaya Akdenîzê çandiniya birinc û kunciyan pêk tê. Hemetoglu anî ziman ku kuncî li avhewa germ şîn dibin û wiha got: “Em li herêmê ji 20’ê Gulanê şûn ve dest bi çandina kunciyan dikin. Heta 3-4 mehan çandina kunciyan xelas dibe. Kunciyên bi qalîte ku li herêma me şîn dibin hem ji bo aboriya herêmê û hem jî ji bo xwarinê bi fêde ye.”  Hemetoglu, got ku li gorî qalîteya kunciyan qalîteya tehînê jî diguhere. 
 
AŞVANIYÊ JI BAVÊ XWE HÎN BÛYE 
 
Remziye Kaynak a ku bi salan e li herêmê aşvaniyê dike jî wiha got: “Ez ji bavê xwe fêrî vî karî bûm. Piştî wefata bavê min, min û hevjînê xwe bi hev re ev aş xebitand. Hêj xebatandina aş dewam dike. Li aşê me ard û cureyên din ên zad tê hêrandin. Demsala payîzê heta dawiya biharê jî em li aş tehînê çê dikin." 
 
Kaynak, da zanîn ku li herêma Çelê gelek cureyên dexil û zad hene û li herêma wan tenê ev aş heye û bi malbatî debara xwe bi vî aşî dikin. 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê