*Li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, wê li Ewropayê di 7’ê Sibatê de meşek bê lidarxistin. Wê meş ji Luxemburgê heta Strasbourgê bidome. Parêzer Mahmût Şakar destnîşan kir ku ew ê di warê muwekîlên xwe de helwesteke ku demokrasiya Ewropayê bi awayekî cidî lêpirsîn bike nîşan bidin.
*Baskê Jinan a Şaxa Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Narliyê, bi qursên dan destpêkirin hem alîkariya komeleyê û cemxaneyan dike, hem jî çanda elewiyan zînde dike.
* Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, der barê rageşiya di navbera Gul-Erdogan a serê salê de dest pê kir wiha got: "Erdogan Gul wekî rabîkê xwe dibîne. Ji ber ku rakîbê ku Erdogan herî hêsan wî têk bibe Abdullah Gul e."
*Alî Yildirimê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kincên yek tîpî li wî û kekê wî hatin kirin û wêneyên wan hatin kişandin, diyar kir ku her ku ew wî wêneyî dibîne îşkence tê bîra wî û fedîkariya wî zêde dibe.
* Ayfer Dîşkayaya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên xwe û zarokê xwe mehekê neçû kar, ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê hat avêtin. Dîşkaya got ku sedema avêtina ji kar, ji ber ku ew endamê Sendîkaya Dev Turîzm-Îş’ê ye. Ji bo vegere ser karê xwe meheke Dîşkaya li ber nexweşxaneyê têdikoşe.
* 34 sal û 9 meh cezayê dadgehê yê ku li 6 xwendekaran hatibû birîn, hat erêkirin. Dadgehê di biryara xwe de got ku "Kesên hev du nas nakin hevpeyvîn dane, li ser banga di çalakiyan de hatine gel hev û ev ne li gorî rêveçûna jiyanê ye."
*Nîhat Atmaca yê 50’î sa lin firin, semawer û sobeyan çê dike, diyar kir ku her çi qasê bi şagirtên xwe re bûne hevrikên hev jî, ji vê rewşê pir kêfxweş e.
*Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê Hevserokê HDP’ê yê Dersimê Mûrat Polat, destnîşan kir ku wê bi sepandina kincên yek tîpî girtîgeh veguherin distên ku dikelin.
* Akademîsyenê hevezayend Emre Ozyetîş ku ji ber nasnameya xwe ya hevezayendiyî bi gef û heqaretên rektorê Zanîngeha Artûklûyê re rû bi rû ma got ku rojevkirin an jî veşartina nasnasmeya wî ji bo wî ne xem e û ev tişt got: “Dibe ku ez jin jî bim, lê ev min naxe rewşa sûcdariyê an jî min ji peywirdariya cemaweriyê bêpar nake."
* Piştevaniya Jinan a Nar û Meclîsa Jinan a KESK'ê dê têkildarî daxuyaniya diyanetê ya der barê zewaca zarokan de li Edliyeya Çaglayanê li giliyê diyanetê bike. (12.00-16.00)
* Meclîsa Jinan a Stenbolê jî dê bi heman armancê li pêş Pastaxaneya Hakan a Beşîktaşê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (20:00)
* Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Saglik Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê dê tekildarî xizmeta tenduristî û karkerên taşeron de li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemiyê pêk bîne. (12.30)
* Baroya Amedê dê ji bo kujerên Parêzer û Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin û darizandin di hefteya 108'an de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê 3 jinên kurd ên siyasetmedar Endama Meclisa DBP'ê Sêvê Demîr, Endama KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopyayê Parîze Nayîr, yên di serdema qedexeya derketina kolanan a Sîlopiya de di 4'ê Çileya 2016'an li Sîlopya hatin kuştin li Navçeya Haliliyê ya Rihayê bernameya bîranînê pêk bînin. (14.00)
* Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, dê têkildarî Şaredarê Beşiktaşê Murat Hazinedar ê ji peywirê hat girtin li Şaredariya Beşiktaşê daxuyanî bide. (14.00)
* Meclîsa Jinan a KESK'ê dê têkildarî derxistina Ayfer Dîşkaya ya ji Nexweşxaneya Okmeydani hat derxistin duxayî bide û wê ziyaret bike. (15.00)