WAN - Di danişîna biryarê ya doza Emrah Toprak ku ji sûcê îstîsmara zayendî dihat darizandin 35 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li gundê Çardêran a Wanê di 4’ê Gulana 2017’an de Emrah Toprak ê ku şivantî dikir, îstîsmara zayendî li zaroka 7 salî ku bi birayê xwe re çûbû gîha diçinî kir. Piştî bûyer derket holê Toprak hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê. Danişîna 5'emîn a doza Toprak di 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê de hat dîtin. Toprak bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Malbat zaroka 7 salî ku rastî îstîsmarê hatibû, parêzerên wê û aktîvîstên YAKA - KOOP'ê beşdarî daneşînê bûn.
Heyeta dadgehê biryar xwe ya derbarê Toprak de eşkere kir û 35 sal cezayê girtîgehê lê birî.