STENBOL – Serlêdana daxwaza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin, îro serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Daxwaza hevdîtinê ji aliyê Serozgeriyê ve hat redkirin.
Bi vê redkirinê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 719 car daxwaza hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” tên astengkirin.