ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di hefteya 314’an de li hev kom bûn û gotin ku “Heya ku edalet neyê cih, dê ev deqa reş li ser eniya welat bimîne.”
Malbatên Roboskê yên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê ya Qilebana Şirnexê di êrîşa hewayî de 34 zarokên wan hatin qetilkirin, di hefteya 314’an de çalakiya edaletê dewam kirin. Malbatên Roboskê li ser gorên zarokên xwe kom bûm û daxuyanî dan. Li ser navê malbatan xwişka Şerafettîn Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Zîlan Encu daxuyanî xwend.
Encu, destpêkê spasiya xwe ji siyasetmerdarên di 6’emîn salvegera komkujiyê de ew bi tenê nehiştin re kir û wiha axivî: “Roboskê di hefteya 314’an de jî li heman cihî xwîn digirî. 314 hefte ne em dimirin û cardin sax dibin. Ligel hemû êrîşan bêyî ku em bitirsin û paşve gav bavêjin, li ber xwe didin. Em dixwazin êdî kujeran derbixin holê û ceza bikin.”
‘BAWERIYA ME HÎNA ZINDIYE’
Encu, da zanîn ku baweriya wan hêj zindiye û wiha got: “Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Ji bo em nasnameyên zaliman deşîfre bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dilê me di destê me de ye, em li edaletê geriyan. Ên di van goran de, rewşa ezmûna wijana vî welatîn vedibêje. Çawan ku edalet pêk bê, dê berpirsiyariya vê wijdanê cihê xwe bibine. Berevajî vê yekê dê ev deqa reş li ser eniya vî waletî bimîne.”