AMED - Ayhan Bîlgen bal kişand ser biryara Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ku di kongreya partiya xwe ya nû de nebe bernamzet û ev tişt got: "Em ne partiya lîderan, partiya rêgezan e. Dê hevserokê me polîtîkaya xwe dewam bike."
Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay de li Amedê bi rojeva 3'yemîn Kongreya Asayî li hev kom bûn. Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş ji ber ku li qadê şertên siyasetê bike neman, ji bo pêşî li partiya xwe veke, aşkera kir ku ew ê di kongreya 11'ê Sibatê de nebe bernamzetê hevserokatiya giştî û di vê der barê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi peyamekê ev aşkera kir.
BÎLGEN: HDP PARTIYA RÊGEZAN E
Raya giştî ya ku meraq dike ku dê "Kê bibe hevserokê giştî", di vê der barê de me pirs ji Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen kir. Bîlgen aşkera kir ku HDP bi rêgeza li dijî hemû tundî, mêtingerî û cudahiyê derketiye rê û dê partiya wan enerjiya xwe di vê rêyê de xerc bike û ev tişt got: "Şertên wê dema ku HDP nû derket holê û yên niha ne wekî hev in. Ji ber guhertina rewşa reel û hevserok jî di nav de hin guhertinên ku hatin kirin, pêwîstî bi vê yekê hebû. Partiya me ne partiya lîder, an jî kesan e, partiya me partiya rêgezan e."
‘DÊ HDP MEZIN BIBE Û RÊYA XWE DEWAM BIKE'
Bîlgen da zanîn ku dê hevserokê wan ê giştî xebatên xwe yên polîtîkayê dewam bike, bila civak nekve nava dilnizmiyê, dê bi hemû hevgirtiyên xwe û saziyên eleqedar re mil bidin milê hev û wiha pê de çû: "Me her tişt bi Demîrtaş û hevalên xwe yên girtî re nîqaş kir û em ê bi hev re vê rêyê dewam bikin. Li gorî hemû şert û mercan dê HDP xwe mezin bike, xwe biafirîne û rêya xwe dewam bike."
MA / Sedat Yilmaz