KOCAELÎ - Ji dozeke cuda bi îdiaya "Qanûna Meş Xwepêşandan û Civakî" binpê kiriye, 2 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya girtî Sebahat Tuncel birîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaleliyê tê girtin, di 20'ê Adara 2012'an de li Îzmîtê tev li pîrozbahiyên Newrozê bûbû, bi îdiaya "Qanûna Meş Xwepêşandan û Civakî ya Hejmar 2911'an" binpê kiriye doz lê hat vekirin. Doza li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Koçaeliyê hat dîtin.
Parêzerê Tuncel Nurî Tan parastina miwekîla xwe kir û aşkera kir ku meş û civîn mafekî makeqanûnî ye û ev tişt got: "Miwekîla min wekî beşdarvan tev li meşê bûye. Meş bi rêve nebiriye. Di vê çalakiyê de diûşim neavîtiye û kes sor nekiriye û sûcekî wê tune ye. Ji ber wê beraeta miwekîla xwe dixwazim."
Heteta dadgehê daxwaza beraetê red kir, 2 sal û 3 meh ceza li Tuncel birî.