EFRÎN – Hêzen Ewlekariya Kantona Efrînê endamekî MÎT'ê yê bombeyek pir bi bandor pêre hebû girt. Kesê hat girtin îtîraf kir ku wî ew bombe ji dewleta Tirkiye girtiye.
Piştî şopandinek berfireh Hêzên Ewlekariya Kantona Efrînê ya Herêma Efrîn a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, kesê bi nave A.E binçav kir. Di operasyona binçavkirinê de li ser A.E bombeyek bi tîpa “Sîfor” ku antî-tank e hat girtin. Li gorî berpirsiyarên hêzên ewlekariyê agahî ragihandin, kesê bi nave A.E îtîraf kiriye ku wî bombe ji aliyê Rihaniyê ya Hatayê aniye. A.E, derbarê mijarê de ev agahî da hêzên ewlekariyê: “Berî ez bême girtin, min bi du kesên bi navê Ebû Qasim û Serdar re hevdîtin kir. Min ew bombe ji wan girt. Armanc ew bû ku bombeyê li navendên Asayîşê, ewlekariyê û yên leşkerî de biteqînim. Her wiha ev çalakî bi ser ketibûya dê rêveberên Kantona Efrînê jî hedef hatibûya girtin.”
Ji bo her teqînekê 150 hezar dolar xelat dan
Berpirsiyarekî Hêzên Ewlekariyê, derbarê tîpa bombeyê û îtîrafên A.E de ev agahî parve kir: “Ev bombe ji tîpa Sîfor ya Antî-tank pêk tê. Ev bombe pir li ser hatiye leyistin, hatiye guherandin heta ku anîne astekî pir bi bandor.
Ev demeke dewleta Tirkiye dixwaze sîxûrên xwe di Kantona Efrînê de bi cih bike û bi çalakiyên cur bi cûr tevlîheviyan derbixin. Lê hemû hewildanên wan têk çûn. Dewleta tirk a dagirker, ji ber têkçûna komên çekdar ên girêdayên wî, niha jî bi rêbazên ajankirina kesan bi pereyên bilind dixwaze çalakiyan pêk bîne û aramî û ewlehiya Herêma Efrînê têk bibe.”