AMED - Wekîlê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu di çarçoveya 2 dosyayên di navbera salên 2015-2016'an de îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan..
Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu, piştî li Amedê tev li danişîna doza Îdrîs Baluken bû, dema ji danişîna dozê derdiket hat binçavkirin û piştî îfadeyê serbest hat berdan.
Serdozgerê Komarê yê Şirnexê ji ber ku der barê Onlu de du dosya amadekiribû, Onlu jî heta niha îfade nedaye, biryara "Bi zorê bînin" ji bo Onlu derxist û ew binçav kirin. Hat gotin ku Onlu di navbera salên 2015-2016'an de li Şirnexê tev li şahî û meşan bûye û ji ber wê der barê wî de 2 dosya amadekirine. Piştî îfadeya Onlu hat girtin serbest hat berda.