EDENE - Rojnameger û nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê girtiye bi riya malbata xwe peyam şand û got: “Zorê li me dikin ku em cilên yek tîp li xwe bikin. Ji ber vê yekê me biryar girt ku em dernekevin hevdîtina girtî. Di vê berxwedanê de dikarin tundiyê jî li ser me ferz bikin. Em ji cemaweriyê dixwazin deng bidin dengê me."
Rojnameger û nûçegîhanê dîhaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat ji ber nûçe li ser sînorê Hatayê çêkiribûn di 27'ê Tîrmeha 2017'an de hatibû binçavkirin û girtin niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê girtî ye. Alayumat, bi riya malbata xwe agahî dan û diyar kir ku ji ber tundî zêde dibin û zextan li wan dikin ku cilên yek tîp li xwe kin dê dernekevin hevdîtina girtî. Alayumat, anî ziman ku rojnameyan nadin wan û wiha got: "Dixwazin têkiliya me ji derve qut bikin. Em dixwazin nameyan ji rojname, mafên mirovan û konsolosan re name bişînin ev daxwazên me tên redkirin. Hewl didin cilên yek tîp li me bikin. Me jî li dijî vê yekê biryar girt ku dernekevin hevdîtina girtî. Roj bi roj dê tundî zêde bibin û em jî dê li dijî van tundiyan di ber xwe bidin. Li dijî girtiyan tundiya derûnî û fîzîkî zêde dibe. Tu mafên me yên civakî nadin me. Hemû mafê me ji destê me hatiye girtin. Êrîşên derûnî û fîzîkî zêde bûn."
Alayumat, herî dawî bang li cemaweriyê kir û got: "Em dixwazin deng bidin dengê me. Piştgiriyê bidin têkoşîna me."