BALIKESÎR – Nivîskar Murat Saat li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Bandirmayê qirîza dil derbas kiribû û bi wesayîta rîngê wî rakiribûn nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên girtî yên Saat bi daxwaza yên para wan di îhmalkirinê de heye bên cezakirin û giliyê sûc kirin.
Di 13’ê kanûna 2017’an de nivîskar Murat Saat ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Bandirmayê qirîza dil derbas kiribû û bi wesayîta rîngê wî rakiribûn nexweşxaneyê û di 28’ê kanûna 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû. Hevalên girtî yên Saat ji girtîgehê name şandin û gotin ku mirina Saat di encama îhmalkirinê de pêk hatiye û giliyê sûc ên para wan di îhmalkirinê de heye kirin û xestin îhmalkar bên cezakirin.
'ÇIMA BI WESAYÎTA RÎNGÊ BIRIN’
Ji hevalên Saat, Yunus Olug name şand û di nameya xwe de got ku dema Saat ji hişê xwe diçe bi awayek lez îdareya girtîgehê agahdar dikin. Olug diyar kir ku di rewşek asayî de jî girtiyan bi bi ambulansê dibin nexweşxaneyê û got: “Lê Saat bi wesayîta rîngê birin nexweşxaneyê. Di vir de bêhestiyariyek cidî heye. Ya herî girîng jî ew e ku îhmalek jiyanî heye. Dermankirina ewil a Saat bi ser re kirin. Piştî ji ser hişê xwe diçe wî hildidin beşa vênirtina zêde. Piştî îhmalên qewimîn Saat jiyana xwe ji dest dide. Ji bo der barê kesên berpirsyar kar û barên pêwîst bên kirin, em daxwaz dikin ku raya giştî bibe şopdarê mijarê.”
SERÎ LI DOZGERIYÊ DAN
Ji heman girtîgehê Hayrettîn Bayram jî name şand û anî ziman ku têkildarî mirina Saat îhmal hene û bil ez agahî dane rêveberiya girtîgehê. Bayram destnîşan kir ku ji bo berpirsyar bên cezakirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bandirmayê xistine û giliyê sûc kirine. Bayram xwest ku raya giştî bibe şopdarê mijarê.