AMED - Wekîlê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu piştî tev li danişîna doza Îdrîs Baluken bû û dema ji Edliyeya Amedê derdiket, hat binçavkirin.
Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu, piştî li Amedê tev li danişîna doza Îdrîs Baluken bû, dema ji danişîna dozê derdiket hat binçavkirin. Onlu li dozgeriyê tê ragirtin.
Hat diyarkirin ku Serdozgerê Komarê yê Şirnexê der barê Onlu de du dosya amade kiriye û heta niha ji ber ku Onlu îfade nedaye, der barê wî de biryara "Bi zorê bînin" derxistiye û ji ber wê hatiye binçavkirin.