STENBOL - Akademisyenên danezana aştiyê îmze kirin û tên darizandin derketin pêşberî dadgehê. Akademîsyen Doç. Dr. Meryem Didem Dayi Tirek parastin kir û got: "Ger ku em metnê aştiyê îmze nekin li kîder cîhanê dibe bila bibe em dê çawa hurmetê bidin xwe? Kî dê hurmetê nîşanî me bide?"
Danişîna doza 3 akademisyenên ku deklerasyona aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Gelek siyasetmedar, akademîsyen û parazvanê mafên mirovan tev li danişînê bûn. Ewil Hîndekarê Zanîngeha Stenbolê Kerem Eksen derket pêşberî dadger. Eksen û parêzerê xwe li salonê amade bûn. Parêzerê Kerem têkildarî usulê daxwazname da heyetê. Parêzeran xwest ev dos bi dosyaya hêjmar 2016/65 a li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin re bikin yek. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzer li ber çavan girt û xwest heta naveroka dosyaya 13'emîn Dadgeha Cezayên giran bê danişîn taloqî 19'ê Nîsana 2018'an kir.
TÎREK: EV NE PARASTIN E
Piştî Eksen Hîndekara Zanîngeha Marmarayê Doç. Dr. Meryem Didem Dayi Tîrek parastin kir. Tirek û parêzerên xwe li salonê amade bûn. Parêzer mafê parastinê kir û xwest bi lezgîn muwekîla wî bê berdan. Piştre heyetê daxwaza parezer red kir. Li ser vê yekê Tirek parastin kir û got: "Îmzekirina vê danezanê ne sûc e. Metna hûn dixwînin ne parastin e. Ez ne girêdayî tu kom û rêxistinan im. Di jiyana xwe de her dem li dijî tundî û hewldanên tundiyê rawestiyam. Ez tenê xwe temsîl dikim. Min ev danezan bi wîcdan û vîna xwe îmze kir.
Ez mamosteya pêvebestî/Tasarimê me. Ne civaknas û ne jî siyasetvan im. Li van salonan gelek mamosteyên dersa welatîbûnê û hiqûqê didin hatin û çûn û dê biçin. Gelek amademîsyenên li ser koçberî û penaberiyê dixebitin derbas bûn. Ez ne bawerim piştî momosteyên min ên ruyê sipî yê vî welatî parastin kirin û tespît kirin ez parastinê bikim. Ez dixwazim îfadeya min daneheva tevan be.
GER TIŞTA EM JÊ BAWER DIKIN TUNE BE
Tîrek, anî ziman ku ger tişta ew jê bawer dikin tune be û rastiya wan tune be dê çawa bibin mirov û wiha berdewam kir: "Divê em xwe ji geşedanên der û dorê xwe berpirsiyar bibînin. Ger ku ne wisa be em dê çawa bibin mirov. Ger ku ev metnê aştiyê em îmze navêjin binî û aştiyê neparêzin, em dê çawa hurmetê nîşanî xwe bidin. Em dê çawa rastî hurmetê bên. Divê em rê li pêş civakê vekin. Divê em xwe ji geşedanên der û dorê xwe berpirsiyar bibînin Ev tiştekî wîcdanî û sincî ye. Dema ez li du kurê xwe û xwendekarên xwe difikirim ez bi perwerde û pêşxistina mirovan mijûl dibim. Ez dixwazim bi kirin û fikrên xwe ji bo wan bibim mînak. Min tenê ji daxwaza aştiyê de rengekî pir lawaz da. Ez bawer nakim ev metn banga şer û tundiyê dike. Dijberî vê yekê banga bê pevçûn û aramiyê ye. Ez ne lehengek û ne jî dijminek im. Ez tenê miroveke bi wîcdan im. Ji ber vê yekê ez qebûl nakim ku sûc be. Ez beraeta xwe dixwazim. Heyeta dadgehê xwest destûr ji wezaretê bê girtin û doz taloqî 24'ê Çile kir.
Parêzerê Hîndekara Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Mehmet Riza Turkay jî xwestin dosyayê bişînin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 26'ê nîsanê kir.