AMED – Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê piştî kêlên goran li Amedê şikandin, herî dawî li navçeya Bismilê jî polisan kêlên goran şikandin.
Li navçeya Bismilê ya Amedê Miduryeta Polîsan bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê kêlên gorên endamên HPG, YPG, YPJ, YPS, YPS-JIN û YJA-STAR'ê şikandin, navê şervanan guhertin û li cihê wan kêlên nû danîn. Polîsan di saetên şevê de goristan dorpêç kir, kêlên ku li ser wan şehîd, şahadet, dîrok û navên kod hebûn, yek bi yek şikandin û li cihê wan tenê nav hatin nivîsin. Polîsan dema kêlên goran guhertin, gor tev şikandin û kevirên goran li der û dorê belav kirin. Hin nivîsên li ser goran jî bi boyaxa reş hatin reşkirin.
‘BI HESTÛYÊN ME RE ŞER DIKIN’
Li gorî şahidên bûyerê, polîs bi saetan li goristanê rawestiya ne û heta saet 23.00'an li goristanê mane û her der tev li hev kirine. Goristana ku gora Fermandarê HPG'ê Ertem Karabulut jî lê ye, polîsan şîşên li dora gora Karabulut şikandin û ketin hundur, kevirê gorê jî di nav de, kevirê li bin piyê Karabulut ê ku gotinên wî jî li ser bûn, ji cihê wan rakirin û birin. Bavê Karabulut Mehmet Alî Karabulut bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got ku "Bi hestûyên me re jî şer dikin." Ertem Karabulut (Numan Amed) di 31'ê Kanûna 2012'an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.
ÊRÎŞÊN DEWLETÊ NE NÛ YE
Demên borî bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê, polîsan gelek kêlên gorên li Goristana Yenîkoyê ya Amedê jî şikandibûn, malabtên bertek nîşanê êrîşa polîsan dabûn û careke din kêlên gorên zarokên xwe çêkiribûn.