Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin

img

QAMIŞLO – Li Bakurê Sûriyeyê partiyek nû ku dê hemû aliyên civakê temsîl bike tê avakirin.  Her wiha amadekariyên Artêşa Bakurê Sûriyeyê ku dê tevahiya Bakurê Sûriyeyê biparêze tê kirin. 

Li Sûriyeyê di sala 2011’an de li dijî rêveberiya Rejîma Baas a Beşar Esad raperînek naxweyî dest pê kir. Şerê naxweyî dest pê kir. Bi vî şerî sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kesan ji axa xwe koç kirin. Şerê navxweyî 7 sal li pey xwe hişt. Rê li ber geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn veir. Li ser bingeha xweseriya demokratîk pêvajoyek şoreşê li pêş ket. Bi hedefa netewa demokratîk li dijî pergala netew-dewletê wek alternatîf hat avakirin. Modela xweseriya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ji tevahiya cîhanê re bû mînak. 
 
REJÎMA BAAS Û SÛRIYE 
 
Di salên 1950’an de li Sûriyeyê Partiya Vejînê ya Sosyalîst a Ereb (BAAS) kongreya xwe ewil li Şamê li dar xist û derket ser dika siyasete. Vê partiye li Rojhilata Navîn tenê dewletek ereb dida pejirandin. Di sala 1970’î de bi pêşengiya Hafiz Esad li Sûriyê desthilatdariyê bi dest xist. Desthilatdariya BAAS a li Sûriyê ji roja hatiye avakirin heta roja me ya îro didome. Lê bi destpêka bûyer û raperînên di 15’ê adara 2011’an de dest pê kirin pergala BAAS hejiya û li hev sist bû. 
 
Xwepêşandanên ewil li Derayê dest pê kir û pişt re roj bi roj lig elek bajaran belav bûbû û mezin bû. Mehan şûn ve pevçûna çekdarî ya ewil li bajarê Cisr El-Şugur a girêdayî Idlîbê rû da. Ji wê rojê şûn ve li Sûriyeyê çek bêdeng nebûne. Di navbera hêzên rejîmê û muhalîfan de her roja ku derbas bû pevçûn zêde û dijwar bûn. 
 
ŞERÊ NAVXWEYΠ
 
Pevçûnan di sala 2012’an de dijwartir bûn û pevçûnên di navbera di bin navê Artêşa Sûriya Azad (OSO) a ji muhalîfan pêk dihat û hêzên rejîmê de li her deverê welat belav bûn. Di şerê navxweyî de Rûsya, Îran, Hîzbullah û hinek Çîn destek dan hêzên rejîmê. DYA, welatên Ewropa, Tirkiye, Erebîstana Sûdî  û Qatar jî muhalîfan destek kirin. Li gel vê yekê jî wek rêya sêyemîn kurd derhetin ser dikê. 
 
Kurdan jî xwe di bina navê sîwana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de birêxistin kirin. YPG’ê roja 19’ê tîrmeha 2012’an li bajarê Kobanê cara ewil ala xwe çikand û got “Em jî di vî şerî de hene.” YPG’ê piştî vê yekê bi bayê beze li bajarên Efrîn û Dêrikê jî ala xwe çikand. Di vê serdemê de polîtîkayek û siyasetek sêyemîn jî bingeha şoreşa Rojava ava kir. 
 
Vê bizava kurdan, ahengiya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê guherand. Hêzên navnetewî û yên herêmî ku xwe li hember serî rakirina kurdan negirtin, li tavilê komên radîkal ên îslamî destek kirin û xwestin ku êrîşî kurdan bikin û nehêlin pergala xwe ava bikin. Yek ji van êrîşan a ewil li bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Eniya El-Nusra a rêxistina El Kaîde ya li Sûriyeyê bi ser kurdan ve ajotin. Xwestin beriya ev pergal dest pê bike bi dawî bikin. Lê tişta dihat daxwaz kirin wisa derneket. 
 
PÊVAJOYA BI ŞOREŞA ROJAVA DEST PÊ KIR 
 
Lê hêzên YPG û YPJ’ê berxwedana dîrokî ku dan nîşandan, herîkina şer guherandin. Li vir El Nusra rastî têkçûnê hat. Kurdên ku li ser esasen xweseriya demokratîk şoreş dan destpêkirin. Pergalek nû ava kirin. bi avakirina pergal û destpêka şoreşê re li gel qada leşkerî li qada civakî û aborî jî xwe bi hêz kirin. Pergala xwseriya demokratîk li gel kurdan hemû aliyên civakê hilda nav xwe û di nav vê pêvajoya şer a bi xwîn de bûn hêviya hemû netew û baweriyan. 
 
Hêzên xwestin şer bidome, vê carê jî komên herî hovane yên îslama radîkal DAIŞ’ê derxistin holê. Xwestin hêvî û baweriya gelan bi DAIŞ’ê bişkênin. Lê DAIŞ a ku bi herî rêbazên hovane êrîş bir ser Kobanê rastî dîrokek têkçûnê hat. Kobanê bû navê rûmeta mirovahiyê û bi serkeftina Kobanê re pergal hat li pêş xistin. Berxwedana dîrokî ya Kobanê sînorên Rojava, Sûriyê û Rojhilata Navîn derbas kir û bala hemû cîhanê kişand ser xwe. 
 
FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYÊ 
 
Piştî berxwedana Kobanê di qada leşkerî de hemû komên leşkerî xwe di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwe birêxistin kirin. Pêl bi pêl DAIŞ’a ku Bakurê Sûriyeyê dagir kiribû hat paqijkirin û azadkirin. Li gel qada leşkerî hêzên Bakurê Sûriyeyê xwe li qada siyasî jî xwe bi rêxistin kirin. Rêveberiya xweseriya demokratîk a ku di 2014’an de îlan kiribûn, piştî 3 salan betal kirin û derbasî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû û vê pergala îlan kirin. 
 
Gelên Bakurê Sûriyê ku pergala xwe bi hêztir kirin, li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê xwe bi rêxistin kirin û kantonên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Efrîn, Qamişlo û Hesekê diyar kirin. Di bin nîqaşên sîwana Federasyonê de di encamê de Meclîsa Demokratîk a Bakurê Sûriyê ava kirin. Peymana civakî ya federasyonê jî amade kirin. Piştî peymanê bi sê qonaxan hilbijartin hatin amade kirin. Du qonaxên hilbijartinan pêk hatin. Gelan bi rêjeyek dîrokî pergalê qebûl kirin. Xebatên tuzik û rêxistnbûnê bi lez û bez dewam dikin. Li bendê ye Lîjneya Bilind a Hilbijartinê di rojên pêş me de ji bo qonaxa sêyemîn a hilbijartinan jî dîrokê diyar bike. 
 
FEDERASYN TÊ BERFIREHKIRIN 
 
Bi rêzê Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Ji bo hin aliyên van bajaran di serî de Meclîsa Sûriyeya Demorkatîk (MSD) hêzên Bakurê Sûriyê zend û benden xwe girê dan. Ji bo dê ev herêm çawa bên birêvebirin gelên herêmê li ser vê yekê nîqaşê didin meşandin. Tê gotin ku îhtîmal heye van herêman jî daxilî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bên kirin. Meclîsên sivîl û yên herêmî yên bajaran tên bihêzkirin. Cihên ji ber şer xesar dîtine tên înşakirin. 
 
PARTIYEK NÛ TÊ AVAKIRIN 
 
Hêzên Bakurê Sûriyeyê ku xwe ji bo geşedanên siyasî yên girîng amade dike, yek ji rojeva girîng a van hêzan ew e ku partiyek nû a bifireh tevahiya Bakurê Sûriyeyê temsîl bike bê avakirin. Ji bo damezrandinek partiyek ji PYD’ê mezintirîn ku xîtabî girseyên mezin bike, bi gelek nûnerên gelan ên Sûriyê re hevdîtin tên kirin. Tê gotin ku dê kurd, ereb, sûryanî, ermenî, ji şiiyan bigire heta durziyan, ji misilmanan bigire heta xirîstiyanan dê di bin banê vê partiya nû ku dê bêavakirin de cih bigirin. 
 
BER BI ‘ARTÊŞA BAKÛRÊ SÛRIYÊ’ VE 
 
Li aliyê din jî ji milê leşkerî ve jî geşedanên girîng diqewimin. Kurd, ereb, suryanî, turkmen, ermenî û aliyên din ên herêmê yên di bin sîwana HSD’ê de hatin ba hev ji bo “Artêşa Bakurê Sûriyê” bê avakirin xebat dewam dikin. Lig elek cihan hevdîtin pêk tên. Amadekariyên artêşê tên kirin û xeta parastina fedarasyonê jî tê xûrtkirin. 
 
MA /Nazim Daştan
 

Sernavên din

05/01/2018
09:10 Şahid û bersûcê 12’ê Îlonê: Wê girtîgeh veguherin distên ku dikelin
09:09 'Şagirtên min êdî bûne hevrikên min'
09:08 Ji ber hevpeyvînê 35 sal ceza dan 6 jinan
09:08 Îran wê bi destê jinan bê guhertin!
09:07 Kesê bi kincê yek tîpî wêneyê wî hat kişandin: Îşkenceyê tîne bîra min
09:06 ‘Ji ber endamê sendîkayê bûm, ji kar hatim avêtin’
09:06 Ewropa dê ji bo Ocalan bimeşe
09:05 Jinên elewî bi keda xwe piştevaniya cemxaneyan dikin
09:04 Bi salan e li vî aşî tehîn tê hêrandin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2018'AN
04/01/2018
17:22 Dadgehê 35 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zayendî birîn
17:20 Serlêdana parêzerên Ocalan a 719’emîn jî hat redkirin
17:18 Malbatên Roboskê: Em baweriya xwe zindî bihêlin
17:08 Bîlgen: Dê Demîrtaş polîtîkaya xwe berdewam bike
16:50 Li Colemêrgê qedexe hat dirêjkirin
16:49 2 sal û 3 meh ceza li Sebahat Tuncel birîn
16:06 Fatîhê piçûk ji ber sersariyê jiyana xwe ji dest da?
15:44 ‘Cezakirina siyasetmedaran nehesibandina vîna 6 milyon kesan e’
15:36 Endamekî MÎT'ê li Efrînê hat girtin
15:34 Wekîlê HDP’ê Onlu serbest hat berdan
15:32 'Bila mewzûeta der barê jiyana girtiyan de bê sererastkirin'
15:22 Rojnameger Alayumat: Deng bidin dengê me
14:57 Jinên KESK’î xwesin diyanet bê girtin
14:46 Hevalên nivîskar Murat Saat ên girtî giliyê sûc kirin
14:18 Wekîlê HDP’ê ji danişîna dozê derket hat binçavkirin
14:17 4 çalakgerên Kolana Yukselê binçavkirin
14:16 Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin
14:00 Li 11 bajar û 49 navçeyan 289 caran kolan qedexe kirin
13:38 Parêzerên Ocalan 719’mîn car daxwaza hevdîtinê kirin
13:30 Kemalbay: Hiqûq hat qetilkirin, edalet dê bi HDP'ê bê
13:18 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Baluken birîn
13:04 Akademîsyen tên darizandin: Em îmze nedin aştiyê hurmeta me ji mere namîne
12:49 Ji sedî 15 zem li çalakiya Kolana Yukselê zêde kirin
12:00 Parlamenterê CHP'ê li Wezîr Soylu gilî kir
11:37 'Yek hestûyê aydê cenazeyan jî nehiştine'
11:27 Tenduristiya girtiyên jin ên di greva birçîbûn de xerabe
10:46 Li Bismilê jî êrîşê goran kirin!
10:44 Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Îke: Di nava Îran, DYA û Iraqê de şerê mezin dest pê dike
10:43 Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin
10:24 2 CD'yên di dosyeya Sarisuluk de şikestî derketin
10:12 Elîaçik: Lêgerîna azadiyê ya li Îranê qet neqediya
10:09 Umut ê polîsan birîndar kir hêj di xew de ye
09:56 Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elter hat binçavkirin
09:15 Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in
09:14 'Bi kevçiyan didin bi heskê distînin'
09:13 'Yek tîp êrîşa li dijî jiyana jinê ye'
09:12 ‘Dixwazin bi hilweşandina goran bîra civakê tune bikin’
09:11 Dayikên Şemiyê: Dewlet yên gorên zarokên wan hene jî bê gor dihêl e
09:11 Şahid û mexdûr Kaya: Yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir îşkence dîtin
09:10 Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye
09:09 Li derhênerê belgefîlma Nûjîn doz vekirin
09:00 ROJEVA 04'Ê ÇILE YA 2018'AN
03/01/2018
21:18 NY Îran hişyar kir
21:10 2 kes li Edeneyê hatin girtin
18:19 Şaxa AKA-DER a Kadikoy mohr kirin
16:16 Girtî 55 roj in di grevê de ne
16:02 SABAH'ê parastina DAÎŞ’ê ya li Tirkiye nivîsand
16:01 TJA: Em bi hişmendiya dijminê jinê re rû bi rû ne
15:49 KCK'ê nasnameyên endamên MÎT'ê eşkere kir
15:44 Hinceta şideta mêr: Hêdî dimeşiya min lê da
15:43 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê: Li girtîgehan jiyanê diqedîn in
15:03 Soylu ji polîsan xwest piyan bişkînin
14:36 Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne
14:24 Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
14:17 Kurkçu: Hesabên komkujiyan dikin
13:51 Karkeran, cenazeyê ajokarekî taksiyê dîtin
13:49 Dadgehê 21 meh ceza li Leyla Bîrlîk birî
13:41 Pêşeroja 400 hezar karkerên taşeron ên cemaweriyê nediyar e
12:51 Rûyê Kolana Konurê yê nû: Berê pirtûk niha kêran difiroşin
12:49 Tanrikulu fetwayên Diyanetê bir Meclîsê
12:13 ÎRA: 187 rojnameger hatin binçavkirin 58 rojnameger hatin girtin
11:07 Pisporê ji Îranê: Gel dixwaze rejîm bê guhertin
10:53 Serhildanên li Meşhedê dest pê kir li tevahiya Îranê belav dibe
10:29 ‘Dê jin bersiva herî xurt li kuçeyan bidin KHK'an'
10:09 Waliyê Bedlisê li 5 gund 2 mezrayan qedexe îlan kir
10:07 ‘Em têkoşerên xwe ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin’
09:40 Dadgehê 4 malperên nûçeyan asteng kir
09:38 Xizmên girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:20 Tespîta Ocalan a ji bo Îranê: Dibe ku em li Îranê bibin şahidê şerê modernîteyê
09:19 ‘KHK’a Hejmara 696 ji bo provokasyonan zemînê ava dike’
09:18 Li dijî hemû zextan jî vîna wan ji pola ye
09:16 Dozger li kuştî jî lêpirsîn vekir
09:14 Tê payîn ku der barê doza Balûken de biryarê bidin
09:13 Gemlîkî: Em biryarê nas nakin
09:11 Esnafên Dersimê: Ji bi başbûna aboriyê pêdivî bi aramiyê heye
09:10 ‘Ava şid reşandina hudurê qawîşan, tiliyên girtiyan di mazgalan de jidandine’
09:09 Mala xwe kir muzeya sînemayê
09:06 Endama KÎD’ê: Bi derxistina cenazeyan wek DAIŞ’ê tev geriyan
09:01 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN
02/01/2018
19:55 Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da: Rûxandina goran li gor mewzûatê ye
18:17 Polîsan dayika Semîh Ozakça bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
17:32 Walî li Rihayê mehekê hemû çalakî qedexe kir
17:17 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cardin red kirin
17:16 HDP li Amedê dikeve kampê
16:31 Rojnameger Çoban hat berdan
16:17 Diyanet: zarokên keç ên 9 salî dikarin bizewicin
15:34 Akşener: Li Tokat û Konya kampên perwerdehiya çekdarî hene
14:52 Demîrtaş, dê 15 hezar TL bide Erdogan
14:47 Pîra 73 salî bi dûmana sobê jiyana xwe ji dest da
14:10 Diz ketin buroya rojnameya Evrenselê