* Serhildanên gel ên Îranê hefteyek derbas kir. Serhildanê ku li qadekê dest pê kir li hemû Welatê Îranê belav dibe. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ev şerê nan û azadiyê ye û wiha got: "Di raperîn û serhildanên li Îranê de hêz û pêşengiya jinê ya di guhertinê de gelek zêde ye."
* Dozger li Derhênerê belgefîlma Nûjîn Veysi Altay û Midûrê Senemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê Dicle Anter bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" doz vekir.
* Karkerên înşaetê ji ber karê bê ewle dikin û di nava şertên bê ewle de dixebitin gelek ji wan jiyana xwe ij dest didin. Karkerên bê ewle û bê venêrtin li qatên jor kar dikin, jiyana wan li ser text û bizmarekî ye. Wêneyekî karkerên înşatê yê li Amedê ji qatê 6'an hatiye kişandin, nîşan dide ku karkerên înşatê di çi şert û mercan de û çiqas bê ewle kar dikin.
* Şahid û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê yê 28 salan girtî ma Ahmet Kaya, diyar kir ku yên cilên yek tîp li xwe kirin bêtir rastî îşkence û zextan hatin. Kaya, anî ziman ku ferzkirina cilên yek tîp bi berxwedanê hat şikandin.
* Dayika Şemiyê Hanim Tosun, bertek nîşanî revandina 267 cenazeyên li goristana Xerzanê da û wiha got: "Em bi salan e ji bo gorek zarok û xizmên me hebin têdikoşin. Lê dewlet dayikan ku gorê zarokên wan hene jî bê gor dihêle.
* Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Edeneyê Zeynel Kete der barê hilweşandina goristanan de got: “Bi êrîşa dijî goran re dixwazin êrîşî bîra civakekê bikin.”
*Jinan, diyar kirin ku pêkanîna kincên yek tîpî li dijî jiyana wan êrîşe û wiha gotin: “Jin çawan ku ji bo mafê jinan têdikoşin, divê ji bo girtiyan jî têbikoşin.”
* Hilberînên leymûnan ên Mêrsînê der barê nûçeyên piştgiriya ji bo çandiniyê de axivîn û bal kişandin ser buhayê mazoti gubreyê û ev tişt gotin: "Bi kecçiyan didin bi heskê distînin."
* 3'emîn danişina doza Akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hatin vekirin dê li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.10)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 422'an de berdewam bike. (13:30-18:00)
* Malbatên 34 kesên di komkujiya Roboskî de bi balafirên şer ên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan dê li goristanê wan bibîr bîne.
* Danişîna doza Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken dê li Amedê bê dîtin.
* Platforma Şaxan a KESK'ê, dê têkildarî daxuyaniya Serokê Karê Diyanetê ya zewaca zarokan li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya 1'emîn daxuyaniyê bide çapemeniyê, (12.30)