NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya SABAH'ê ku nêzî Hikûmetê ye, di nûçeyek li ser navê "Rêxistinbûna PKK’ê ya bajar" de nivîsand ku DAÎŞ li Tirkiye çawa tê parastin.
Rojnameya SABAH'ê endamên DAIŞ'ê wekî PKK'ê nişan da û wiha nivîsand: "Li Edeneyê derket holê ku endamen rêxistina PKK'ê yên di nava plana rêxistinkirina bajar de cih digirin, 1 jê jin 7 kes hatin binçavkirin. Van kesan ji bo hedefê şaş bikin xwe xistine kilifê mîlîtanê terora DEAŞ'ê" û wekî ku Endamên DAIŞ'ê endamê PKK'ê be nişan da. Rojnameyê parast ku endamên PKK'ê wekî endamên DEAŞ'ê xwe girê didin. Rojnameyê parast ku di bûyera 24'ê mijdara 2016'an de li dijî Walîtiya Edeneyê pêk hat de endama PKK'ê ya jin serê xwe wekî endamên DAIŞ'ê girêdaye.
‘WEKE DEAŞÊ LI XWE KIRIN'
Operasyona navbori ku rojnameyê nûçeya wê da “Hat angaştin ku kesên bi navê Halime K., Şahin O., Hamdi Ç., Yakup K., Erkan Î., Hakan Y. û Resul K. di sala 2012'an de li Bajaroka Yuregirê maşînê kar şewitandine. Gazeteyê bal kişand ser rêbaza parastina DAİŞ’ê ya li Tirkiye û wiha got: “Kesên şikdar ji bo neyên naskirin û hedefê şaş bikin xwe dixin qilifên rêxistina din û DEAŞ'ê bikar tîne. Wekî endamên DAIŞ'ê tev digerin. Kesên hatin binçavkirin wekî DEAŞ'ê li xwe dikin û tev digerin."