AMED - TJA, diyar kir ku Diyanet îstîsmar û zewicandina zarokan meşrû dike û wiha got: “Vê yekê cardin nîşan da ku em bi hişmendiya dijminê jinan re rû bi rû ne.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê daxuyaniya Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî dikarin bizewicin" a di malpera xwe de weşand, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya TJA’yê de wiha hat gotin: “Diyanet zewicandina di temenê zarokatiyê de meşrû dike. Vê yekê hişmendiya KAP’ê ya êrîşkar a li dijî jinê cardin derxist holê. Bi qanûnên derxistin re, li ser bedana jinê, azadiya wê bi sînor kirin û hapsê malê kirin. Niha jî dixwazin zewaca di temenê zaroktiyê de bixin meriyete û li ser me ferz bikin."
'EM DENG Û TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN'
TJA, di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev hewldanên wiha, pêşiya tundiya li ser jinê vedikin. Zewicandina zarokan bi van gotinan dixwazin meşrû bikin. Em ê li dijî hişmendiya dewletê ya zilam, tundî û komkujiyên li ser jinan xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em dibêjin ku em ê jiyana li ser me tê ferzkirin tu carî qebûl nekin. Em bang li hemû jinan didin ku li dijî hişmendiya dijminê jinê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”